Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye

img
MÊRSÎN - Hunermend Kadîr Çat bertek nîşanî qedexekirina konsera NÇM’ê da û diyar kir ku ew ê li dijî qedexeyan her derê veguherînin qada konseran. 
 
Bertekên li hemberî qedexekirina konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya bi dirûşmeya “Berbang” a li Stenbolê hatibûya lidarxistin berdewam dikin. Hunermendê NÇM’ê Kadîr Çat, diyar kir ku qedexe berdewama politikaya înkarê ye û bi lêv kir ku hikumet bi hişmendiya “Pirsgirêka kurd nîne” li dijî ziman, çand û hunera kurdî din ava înkarê de ye.
 
Çat, anî ziman ku ev qedexe hewldana ji bo pêşîgirtina li hevdîtina hunermendan a bi gel re ye û got “Hikûmetê got 'me pirsgirêka kurd çareser kir' Eger pirsgirêka kurd çareser bibe, ev çi ye? Haya wan ji vê heye? An jî bi gotina "me pirsgirêka kurd çareser kir" dixwazin çi bêjin? Yanî tu dibêjî me huner û çanda kurdan qedandiye? Em vê rewşê qebûl nakin.”
 
PIRSGIRÊK WÊ BI AZADIYÊ ÇARESER BIBIN
 
Çat, niqaşên ser çareserkirina pirsgirêka kurd tên kirin bi bîr xist û wiha got: “Ger demokrasî û azadî hebin dê pirsgirêka kurd çareser bibe. Dema komele, sazî, rojname, televîzyon, ziman, huner û çanda kurd azad be, pirsgirêka kurd çareser dibe. Ya rast, dema ku yek ji van çareser nebû, nakokiya herî mezin e ku ew ji xwe re dibêjin 'me çareser kir'.” Çat, her wiha bertek nîşanî qedexekirina strana “Tu kî yî” da û got ku qedexekirina dewletê ya lêdana stranekê şeklê nerêvebirinê ye.
 
Çat, bi lêv kir ku sedema sereke ya qedexekirina konser û stranan neçareserbûna pirsgirêka kurd e. Çat, anî ziman ku hişmendiya qedexeyan qebûl nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “NÇM ji bo ku çand û hunera kurdan a tê talankirin bide jiyîn hat avakirin. Dema ku hate avakirin zext hebûn. NÇM rastiyeke gel e. Qedexe îro jî çiqasî tên kirin bila bên kirin, ji bo me her der qada konserê ye. Em wisa lê dinêrin. Qedexe wê hunera kurdî paşve nebe. Berovajiyê qedexeyan dê xurttir bibe.”