Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe

img

ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê, dê "Mîhrîcana Şano û Zarokan" li dar bixe. 

Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î, dê ji bo zarokan mîhrîcanekê li dar bixe. Mîhrîcana Şano û Zarokan dê ji aliyê Komîsyona Çandê ya Şaredariya Silopiyayê ve di navbera 20'ê Cotmehê û 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de 8 bername bên lidarxstin. 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyayê û Komîsyona Çandê Mujde Çaliş, anî ziman ku welatî 2 sal û nîv in ji ber pandemiyê di mal de bûn û ev yek bandoreke neyînî li wan kiriye. Çaliş, destnîşan kir ku yên herî zêde bandor ji pandemiyê girtine zarok in û niha dixwazin bi vê mîhrîcanê moral û motîvasyona zarokan baş bikin. 
 
Di çarçoveya bernameya şaredariyê de duh Şanoya Bajêr a Amedê lîstîka Don Kîşot lîst.  Bernameya mîhrîcana ku dê Şaredariya Silopiyayê li dar bixe wiha ye:
 
* 21-22'ê Cotmehê: Ma Müzik-Atolyeya Zarokan
 
* 2'yê Mijdarê: Dîcle-Firat- Atolyeya Zarokan
 
*3-4'ê Mijdarê: Şanoya Êlihê-Werne Ziman 
 
* 16-17'ê Mijadrê: Aryen û Mechel: Atolyeya Zarokan