Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr

img
NAVEND NÛÇEYAN - Pirtûka "Pûnga li Bajêr" a helbestvan Selîm Selîm Temo derket.  
 
Helbestvan-nivîskar Selîm Temo pênc sal piştî pirtûka helbestan a “Keştiya Bayê” bi pirtûka helbestan a “Pûnga li Bajêr” derket pêşberî xwînerên helbestê. Pirtûk ji aliyê Weşanên Darayê ve hatiye amadekirin û çapkirin. 
 
Selîm Temo ku demek dirêj e li ser edebiyata kurdî xebatê dike û helbestan dinivisîne, pirtûkeka nû ya helbestan weşand. Navê pirtûkê “Pûnga li Bajêr” e û ji du beş, 33 helbest û 80 rûpelan pêk tê. 
 
"Pûnga li Bajêr", di poetîkaya Temoyî de wek qonaxeka nû dixuye. Ramanên kesane, îmajên dîtbarî, bihestyarî û hestyarî ji nav pirtûkê difûrin. Bala mirovî dikêşe ku Temo li cografya û hestên zarokatî û ciwaniyê vedigere û ji wir dipeyive. 
 
"Pûnga li Bajêr", ji îro pê de li ser malperên pirtûkan û li pirtûkfiroşên kurdî tê peydekirin.