Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin 2022-09-28 09:35:01   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê Şeva Dengbêjan li dar xist. Dengbêjan diyar kir ku çanda kurdî bi saya dengbêjiyê heta roja me hatiye û divê gel xwedî li dengbêjiyê û dengbêjan derkeve.    Şaredariya Silopiyayê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şeva Dengbêjan li dar xist. Şev, li Tesîsa Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê hat lidarxistin. Endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi sedan welatî tev li Şeva Dengbêjan bûn.    Di dîwana Dengbêjan de Dengbêj Mukaddes, Dengbêj Usîv, Rêzanê Batû, Mihemê Çemkarî, Dengbêj Hediye Kalkan û bavê stranbêj Nûdem Durak ku ji ber stranên kurdî niha di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên nexweş e, Dengbêj Silêmanê Sofî cih girtin.    Di destpêka bernameyê de stranbêj Umut Botan axivî. Botan, bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê û wiha got: “Hebûna mirov herî zêde xwe di çand û hûnerê de diyar dike. Çanda kurdî, bi salan bi saya dengbêjan xwe parast û heta roja me hat. Hewceye gelê me xwedî li çanda xwe û dengbêjên xwe derkevin.”    Piştî axaftina Botan jî dengbêjan dest bi gotina klamên xwe kirin. Di dema strîna stranên dengbêjiyê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Di dawiya bernameyê de beşdardan li ber stranên dengbêjan xelekên govendê gerandin. s