‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe' 2022-01-12 09:09:40 WAN - Şanohezan diyar kir ku li herêmê divê şano hîn bêtir berbelav be û got: "Şanoya Mencelê xwedî li mîrateya Melayê Cizîrî derdikeve."  Şanoya Mencelê ku li Wanê xebatên xwe dike, dika xwe ya ji ber Covîd-19'ê girtibû cardin vekir. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bernameya nû ya Şanoya Mencelî ji nêz ve şopandin. Di du rojên ewil de lîstika "Dîktatorê Mezin" û lîstika "Tenê Ez" hatin pêşandan. Di roja dawî ya bernameyê de jî Koma Aryen derket ser dikê. Lîstikvanên Şanoya Mencelê û kesên tevli bernameyê bûn, bang kirin ku bila hêwanên şanoyê vala nemînin.    ‘KÊFXWEŞ DIBIM’   Şanohez Necdet Karagul, diyar kir ku ji zû de ye li benda vekirina Şanoya Mencelê bûye. Karagul, anî ziman ku ji ber ku pir hez ji şanoya kurdî dike, lîstikan bi kêfxcweşî temaşe dike. Karagul, bal kişand ser qedexeyên li ser şanoyên kurdî û destnîşan kir ku divê gel hîn bêtir xwedî li şanoyên kurdî derkevfe û temaşe bike. Karagul, bilêv kir ku pêdivî bi şanoya kurdî heye û got: "Gava ez şanoya bi zimanê xwe temaşe dikim kêfxweş dibim. Ji ber ku Şanoya Mencelê girtî bû ji bêgavî diçûm Şanoya Dewletê. Dixwazim gelek kes bên temaşe bikin."    'PÊŞIYA ZAROKAN VEKIN'   Gûrbet Aydogdû, dayika lîstikvana Şanoya Mencelê Perînaz Delazy, diyar kir ku bi xebatên keça xwe serbilind e. Aydogdû, bilêv kir ku berê şanoya bi kurdî tune bûye, lê belê niha keça wê bi zimanê xwe şanoyê dike û ji ber vê pir kfêxweş e. Aydogdû, bang li dayikan kir ku pêşiya zarokên xwe vekin.   PIŞTGIRÎ   Temaşevan Abdûllah Cotyar jî destnîşan kir ku ji ber ku li Wanê xebatên bi vî rengî tên kirin pir bisûd e. Cotyar, bilêv kir ku berê jî lîstikên Şanoya Mencelê temaşe dikir û got: "Rica min ji gelê me, çi madî çi manewî piştgiriya xebatên Şanoya Mencelê bikin. Ji Feqî Teyran heya Melayê Cizîrî gelek eksan ji bo gelê kurd xebitîne û têkoşiyane. Mencel jî vê mîrateyê didomîne û xwedî lê derdikeve. Lewma divê em piştgiriya Mencelê bikin. Li Wanê potansiyeleke çandî heye. Em hêvî dikin ku hêwanên Şanoya Mencelê qet bê temaşevan nemînin."    ‘BILA JI BO HER KESÎ BIBE MAL'   Lîstikvana Şanoya Mencelê Perînaz Delazy jî anî ziman ku bernameya wan a ji bo 3 rojan têr û tije derbas bûye. Delazy, diyar kir ku roja dawî jî bi konsereke xweş qedandine û bal kişand ser eleqeya temaşevanan. Delazy, da zanîn ku dika xwe ya ku di dema pandemiyêd e girtibûn, mezintir kirine û got: "Demeke dirêj ji bo tadîlatê derbas bû. Piştî tadîlatê dê deriyên me ji bo hemû xebatên kurdî vekirî bin. Em dixwazin Şaniya Mencelê biba mala her kesî. Lewma me cardin got 'merheba'. 3 rojên bernameya me ya nû pir xweş û bi kelecan derbas bû. Em jî vê pêdiviya gelê me ya ji bo xebatên çandî dibînin û hewl didin bibin bersiv. Lewma em dixwazin gelê me jî xwedî li Şanoya Mencelê derkeve."