Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir 2022-01-10 09:49:14   MÊRSÎN - Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê ku di nava avahiya sendîkayê de “Quncikê Zimanê Dayikê” ava kir, dest bi dayina dersa zaravayê kurmancî yê kurdî kir.    Egîtîm Sen ku beriya niha ji ber di rêziknameya xwe de cih dabû “hînbûna bi zimanê dayikê” doza girtinê lê hatibû vekirin, di serî de kurdî ji bo gelek zimanan têkoşîna zimanê dayikê dide. Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê di avahiya sendîkayê de bi navê “Quncikê Zimanê Dayikê” pirtûkxaneya zimanê dayikê ava kir. Di serî de hefteyê carekê wê bi zaravayê kurmancî yê kurdî ders werin dayîn. Sendîkaya ku endamên wê yên zimanê dayika wan tirkî û erebî ne hînî dersa kurdî dibin, wê di demên pêş de bi zaravayê zazakî yê kurdî û erebî jî ders werin dayîn.    PERWERDEYÊ DEST PÊ KIR   Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê Mahmût Sumbul, dazanîn ku hem di asta destpêkê hem jî di asta pêşketî de perwerdehiyên bi zaravayê kurmancî yê kurdî dest pê kir. Sumbul, bi lêv kir ku ji bo xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê li sendîkayan û saziyên din zindî bibin, divê xebatên bi vî rengî werin meşandin û wiha got: “Ji bo belavkirin û dewlemendkirina zimanên tên windakirin, divê mirov têbikoşe.”    WEZARETA PERWERDEHIYÊ MECBÛRE BINGEHEKÊ BIDE AVAKIRIN   Sumbul, bi bîr xist ku Wezareta Perwerdehiyê bi ser pergala e-dibistanê dest bi kirariyên hilbijartina dersên bijarte yên sala 2022 û 2023’yan kiriye û destnîşan kir ku mafê zimanê dayikê mafekî girîng û bingehîne ku dersên bijarte têra nekin. Sumbul, anî ziman ku rêveberiyên dibistanan bi hêceta tunebûna mamosteyan, hewl didin dersên olî bidin bijartin û wiha berdewam kir: “Di serî de dersên bijarte divê di çarçoveya pêdiviyên xwendekar û dê û bavên wan de bi awayekî azad werin bijartin. Kîjan ders hewce bike divê wê hilbijêrin. Rêveberiyên dibistanê û Wezareta Perwerdehiyê mecbûre bingehekê bide avakirin.”    ‘ME BROŞUR AMADE KIRIN’   Sumbul, anî ziman ku di mijara dersên bijarte de amadekarî kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berhemên broşür û dîtbariyê yên atolyeyên me yên zimanê zikmakî çêkirine hene. Bi van xebatên ku me weke şaxekê kir re, me destnîşan kir ku divê di hilbijartina zimanê dayikê de çi bê nirxandin an jî çi were kirin. Me dest pê kir ku van ragihînin beşên têkildar.”