Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike 2022-01-08 10:42:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi destê malpera sinemayakurdi.net û Tor Filmê tê birêvebirin, ev cara ewil e dê were lidarxistin. Festîval balê dibe ser rewşa zimanê Kurdî. Temaşavan wê mehekê karibin online li filman temaşe bikin û filmên serketî hilbijêrin.   Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya ku tenê filmên 1 deqeyî dikaribûn beşdar bibin, da zanîn ku miracaetên festîvalê bi dawî bûne û bi giştî 47 filmên 1 deqeyî miracaetî festîvalê kirine. Festîvalê jî ji nav van filman 16 film neqandine û dê van filman bi awayekî online li ser malpera “mihrican.sinemayakurdi.net” belav bike û bike ku li wan were temaşekirin.    Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi rêya sinemayakurdî.net û Tor Filmê tê lidarxistin. Festîval cara ewil e tê lidarxistin. Ji bo balê bibe ser rewşa zimanê Kurdî, festîvalê babeta xwe ya îsal weke “zimanê Kurdî” diyar kiribû û xwestibû li ser zimanê Kurdî filmên 1 deqeyî werin çêkirin.    Yek ji berpirsên festîvalê sînemager Ferat Kevir ji nûçegihanê Yenî Ozgur Polîtîka Ardîn Dîren re derbarê festîvalê de axiviye. Kevir diyar kir ku ew li bendê bûn ku miracaet zêdetir bin, lê hejmara filmên hatine jî ne kêm e û ji bo destpêka festîvaleke piçûk a online baş e.    ‘ME XWEST SERPÊHATÎ BIBIN DÎMEN'    Ferat Kevir da zanîn ku zimanê Kurdî zimanekî wisa ye ku dema mirov pê diaxivin yan jî dinivîsin, yan lêdanê dixwin, yan tên girtin yan jî tên sirgûnkirin û kuştin. Li hêleke din wî got, ev ziman bi salan e hatiye qedexekirin ji lewma jî wan xwestiye weke festîvaleke Kurd destpêka wan bi zimanê Kurdî be, ji lewma ev babet ji xwe re kirine armanc.   Ferat Kevir got: “Dewletên serdest ji xwe nehiştine Kurdî bikeve bibistan û zanîngehan. Li kolanan jî bikaranîna zimanê Kurdî qedexe bû. Kurdî kirine zimanê malê. Di van salên dawî de jî bi kreş, tv û medya civakî dixwazin bi bişaftina zexmtir Kurdî ji malan jî derxin. Bi hezaran mînak hene. Zimanekî di dewrên qedîm de wek zimanê Kurdî êş nekişandiye. Hebin jî ez nizanim. Me xwest em van serpêhatiyan bikin dîmen û belav bikin.”   ‘ÇIMA EM NEBIN DENGÊ KURDÎ?’   Kevir got, îro roj teknolojî pirr bi pêş ketiye, mirov dikarin tenê bi dîmenên 1 deqeyî dengê xwe bigihînin her dera dinyayê. Kevir pirseke wiha dike: “Çima em ji Kurdî re nebin deng û serpêhatiyên wê  belav nekin?” û wiha pê de diçe, “Mebesta me ya pêşî ev bû. Wekî din balbirina ser ziman bû. Îro herkes telefonên destan bi kar tîne. Di van telefonan de kamera û bernameyeke hêsan ya montajê heye. Nexasim ciwan dikevin ser şopên çewt û mewt. Me xwest em hinekî vê şopa wan biguhêzin ser rojeva wan ya esil. Em nikarin bibêjin, em bi serketin û guhertineke mezin çêbû, lê me qevzek avêt û em ê meşa xwe dewam bikin”   ‘HEYA EM XERÎDAREKÎ BIBÎNIN'    Kevir bi bîr xist ku li gelek welatan festîvalên bi vî rengî tên organîzekirin û bi hezaran kes serî li van festîvalan didin. Wan jî bi vê armancê xwestiye mihrîcaneke bi vî rengî amade bikin û ji bo sînemaya Kurdî bibin palpiştek. Kevir li gel kêfxweşiya filmên hatine, hin rexne jî kirin û got, derûdora me ango kesên bi Kurdî re eleqedar in zêde ne xemxur in di vî alî de û wiha dewam kir; “Mixabin, li Kurdistanê jî rojev her saet diguhere. Derxistina berhemekê hunerî hinekî ji ber van rojevan zehmet dibe. Salên dawî pirr dijwar derbas bûn û wisa xuya dike ku çend salên li pêşîya me jî wê hinekî wisa dewam bikin. Lê divê dîsa jî ev yek rê li ber afirîneriya me negire. Berhemên baş di kaosan de têne afirandin. Hinekî berxwedan liv serketinê bi xwe re tîne. Nexasim sînemakarên Kurd bêdeng man. Saziyên me yên Sînemayê wisa. Me dixwest ku bi sedan film li ser zimanê Kurdî hatibane. Lê ne tenê ji bo vê Festivalê, ji bo her cureyê hunerê Kurdî xemsariyek heye. Yanî bi rastî bazara Kurdî ji her hêlê ve hîna jî ji dema Ehmedê Xanî nebihuriye. Mixabin qewî kesade bazar! Nînin ji vî qumaşî re xerîdar. Heya em xerîdarekî bibinin û em vî zimanî bikin sertaca cîhanê, em ê xebatên bi vî awayî bidomînin.”   JURÎ TEMAŞEVAN IN    Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi şêweyekî nû dê derkeve pêşberî temaşevanan. Di vê festîvalê de jurî wê tine bin. Filmên hatine neqandin, dê li ser malpera mihrican.sinemayakurdi.net werin barkirin û temaşevan bi awayekî online li wan temaşe bikin. Pergala hatiye hazirkirin, ji bo filmekî tenê dayîna dengekî qebûl dike û ji bilî rayekê kes nikare zêdetir dengê xwe bide filman. Rêveberê malpera sinemayakurdi.net Ferhat Baysal jî got,  ji lewre wan pergaleke ewle ava kiriye ku kes nikare bi meqsedeke din tevbigere.   Baysal ji bo vê yekê jî dibêje, “Me nexwest em biryarê ji komek jurî re bihêlin, bila temaşevan bibin jurî, li filman temaşe bikin û ew binirxînin filman.”    Dewleta Tirk berê xwe gihandina malperê qedexekiribû, lê niha mirov dikare xwe bigîne malperê.   'PÊDIVIYA ME BI SPONSORAN HEYE'    Ferat Kevir jî herî dawî got, di karên wiha de berdewamî pirr girîng e û ev tişt bi sponsoran ve girêdayî ye.   Kevir got, ji bo festîval karibe xebatên xwe bidomîne pêdiviya wan bi sponsoran heye û ji bo alîkariyê jîderiyê wan li her kesî vekiriye. Kevir got, “Sponsor çiqasî zêdetir bibin, karê me jî baştir û xurttir dibe. Em difikirin her sal bi babetên cuda derkevin pêşberî sînemavan û temaşevanên sînemayê.”   Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya 2022’yan bi saya sponsorên weke “Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa”,   “Çêvedaniya Haco” , “Roj Fladenbrotbäckerei” , “DonerLand” bi rêve diçe û kesê bi navê Îbrahîm Zorel jî weke şexs piştgirî daye festîvalê da ku filmên beşdar bûne heqdestekî bigirin û karibin bi vê xelatê filmên dîtir çêkin. Di dawiya dengdana festîvalê de sê xelat wê werin dayîn. Her xelatek 500 euro ye. Û her wiha filmek jî wê xaleteke taybet ango tenê plaket wergire.    Filmên hatine neqandin dê bi qasî mehekê li ser malperê bin û kesên bixwazin bi hêsanî dê karibin li filman temaşe bikin û deng bidin filman. Dengdayîna filman dê 10’ê çileyê 2022’an dest pê bike û 10’ê sibatê jî bi dawî bibe.   FILMÊN NEQANDΠ   Filmên ji bo festîvalê hatine neqandin ev in: Hişê Zarok-Fırat Yavuz, Reşê - Felat Diljîn, Sms - Zanyar Mihemmedînko, Xwekuştin-Huseyîn Denlî, Vegera Giyan-Bêrîvan Karatorak, (Ne) Ji Welat-Adar Taş, Zar-Delîl Remedan, Êdî Bêyî Tîrs - Ridvan Diharo, Dema Niha - Ali Cikkan, Kîme Ez-Yıldırım Aslan, Nîne-Hoşîn Îssa, QWX-Nurullah Akcan, Tercûme-Omer Faruk Baran, Dem û Dewran-Resûl Bafeyî, Li Malê - Xelîl Akgul, Teriya Kûçik-Zelda Sarya   Kesên dixwazin li filman temaşe bikin û dengê xwe bidin dikarin di ser malpera li jêr re vê bikin:   Ji bo dengdayînê; sinemayakurdi.net