Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney 2021-09-09 12:05:56   ENQERE - Yilmaz Guney ê bi gotina xwe ya “Hunermendê gel, şervanê gel e” sînemeya xwe pêşkêş kir, bi fîlmên hilberandin û lîstin hêj di bîra gelê xwe de ye.    Bi ser mirina Yilmaz Guney ê weke “Qralê Kirêt (Çîrkîn Kral) tê zanîn û hem bi lîstîkvaniya xwe û hem jî bi fîlmên xwe serkeftî bû re 37 sal derbas bûn. Guney ê weke zarokekî malbateke kurd di sala 1937’an de li Edeneyê ji dayik bû û dema ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê dest bi karê sînemayê dike. Guney ê di sala 1959’an de di fîlmên “Zarokên vî welatî (Bu vatanın çocukları)” û “Gakûvî (Alageyik)” ku Atif Yilmaz derhenêriya wan kir de hem lîst hem jî senaryoya fîlman nivîsî. Guney ji derveyî sînemayê di kovarên weke “Asoyên Nû (Yenî ûfûklar)” , “Sêzdeh (On Üç)” de çîrok nivîsandin.    Çîrokên ku Guney nivîsandin, bi hêceta ku propagandaya komunîzmê kiriye bû sedemê darizandina wî. Guney, ji ber nivîsên xwe salek û nîv di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê derket demekê fîlmên serpêhatiyan kişandin û di van fîlman de bi taybetî cih dida kesên dihatin binpêkirin, biçûkdihatin dîtin û serî li dijî pergalê radikirin.    SALÊN WÎ YÊN GIRTÎGEHÊ Û SIRGÛN   Guney, di sala 1971’an de jî bi hêceta Serokê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKPC) Mahîr Çayan û hevalên wî di mala xwe de veşartine 2 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Guney, dema di girtîgehê de bû hat sirgûnkirin. Piştî ku ji girtîgehê derket fîlmê “Heval (Arkadaş)” ku di nav fîlmên wî yê herî zêde tên zanîn de ye çêkir.    Di heman salê de dema li navçeya Yûmûrtalik a Edeneyê fîlmê “Fikar (Endîşe)” dikişand, ji ber kuştina dadger Sefa Mûtlû di encama darizandinan de di 13’ê Tîrmeha 1976’an de 19 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Piştî 5 salan dema ji girtîgehê bi destûr derket, reviya. Guney ê ji bo rojekê ji girtîgehê derketî, ji navçeya Kaş a Antalyayê derbasî Girava Meîs ya Yewnenîstanê bû û ji wir jî derbasî Swîsreyê bû. Guney, dema li Ewropayê bû jî xebatên xwe bê navber domandin.    Guney ê bi berhemên xwe, li welat û derveyî welat deng veda, bi komî di 114 fîlman de weke lîstikvan, di 26’an de weke derhêner, di 64’an de weke senarîst cih girt. Guney ê 12 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin di 9’ê Îlona 1984’an de li Parîsa ku weke sirgûn lê dijiya, ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.    Hin fîlmên hosteyê sînemayê Qralê Kirêt ên nehatin jibîrkirin wiha ne: Seyîtxan, Mirovekî Kirêt (Bir Çirkin Adam), Hêvî (Umut), Êş (Aci), Fikar (Endîşe), Heval (Arkadaş), Dijmin (Düşman), Rê (Yol),