Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin 2021-09-08 09:01:44 ÊLIH -  Hevseroka Komeleya Çandê û Lêkolînên Ziman a Arî Elîf Kivircik, diyar kir ku ji bo perwerdeya îngilîzî ku wê bi kurdî bê dayîn qeydên wan dest pê kirine û banga qeydkirinê kir. Li Komeleya Çandê û Lekolînên Ziman a Meretoyê ku di sala 2018’an de hat avakirin û di 3’ê tîrmehê de bi kongreye navê wê weke Komeleya Çandê û Lekolînên Ziman a Arî (Arî-Der) hat guhertin, perwerdeya kurdî didome. Li komeleya ku bi navê Cegerxwîn û Ehmedê Xanî du polên wê hene, niha 40 xwendekar bi zaravaya kurmancî ders digirin. Kesên ku ji qursa bi qasî 3 mehan bidome mezun bibin wê karibin derbasî asteke din bibin. Xwendekarên ku qursên ji 3 astên her yek ji wan bi qasî 3 mehan didome pêk tên biqedînin wê derbasî perwerdeya mamostetiyê ya 9 mehan didome bibin. Heke xwendekar ji vir mezun bibib wê karibin li komeleyê dersan bidin.     WÊ DERSÊN ÎNGILÎZÎ BI KURDÊ BÊN DAYÎN   Hevseroka komeleyê Elîf Kivircik, têkildarî xebatên wan axivî û diyar kir ku wê di demên pêş de plan dikin ku hem bi îngilîzî hem jî bi zaravayên kirmançkî û soranî jî dersan bidin. Kivircik, da zanîn ku wê rêzimana îngilîzî wê bi kurdî bê dayîn û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Wê zimanê perwerdeyê bi îngilîzî be û bersiv jî bi kurdî bin. Kesên ku kurdiya wa heye dikarin ji bo îngilîzî dikarin bên qursê. Mamosteyên me ji kesên ku hem di îngilîzî de hem jî di kurdî de xwe bi pêş xistine pêk tên. Heta niha 15 kesan xwe qeyd kiriye. Di encama serlêdanan de wê ders dest pê bikin.”   Kivircik, bi lêv kir ku li bajar piranî bi kurdî tê axaftin û ev tişt anî ziman: “Esnafê me jî di vê mijarê de baş in. Di mijara axaftina kurdî de hesesiyata wan heye. Malbat di vê mijarê de baş in. Bi taybetî jî dayik di ferqa girîngiya axaftina kurdî ya malê de ne. Me bi vê hişmendiyê polan vekir.”   QURSÊN KIRMANÇKÎ Û SORANÎ   Di berdewamê de Kivircik, destnîşan kir ku ji 15 saliyan heta 60 saliyan dersa didin herkesî û amadekariyên wan ên ji bo qursên bi zaravayên kirmançkî û soranî jî hene. Kivircik, di dawiya axaftina ev tişt got: “Xwesteka kesên tên qursan a ji bo fêrbûnê gelek e. Hedefên wan ên bi awayekî baş axaftin û nivîsandina kurdî heye. Em ji bo kirmançkî û soranî jî serlêdanan digirin. Heke bigihîje asteke baş em ê pol vebikin. Hêviya me ji gelê Êlihê; piştgirî bidin pêşxistina kurdî. Zextên li ser kurdî li holê ne. Li dijî van zextan em jî her qada jiyanê bikin kurdî. Em perwerdeya kurdî bibînin û bidin. Li her qada jiyanê bi kurdî biaxivin.”   MA / Fethî Balaman