Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir 2021-09-07 10:18:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Leman, Mîraç Mîroglu yê ku li Hezexê di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de hat kuştin, li ser bergê xwe kir.    Kovara karîkatur-mîzahê ya heftane Leman, Mîraç Mîroglu yê ku li navçeya Hezexa Şirnexê di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de hat kuştin, li ser bergê xwe kir. Li ser bergê ku bîranîna bûyerê bi karîkatur hatiye vegotin,  ev nivîs hatiye nivîsandin: "Zarokê 7 salî yê bi navê Mîraç Mîroglu dema ku li Hezexê bi bisiklêta xwe dileyîst, di encamaa qelibandina wesayîta zirxî de jiyana xwej i dest da. Ev yek xemgîn dike ku heta îro bi dehan zarok bûne qurbanên wesayîtên zirxî."