NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Belûç ên ku li erdnîgariyekê di navbera sînoran de dabeşkirî dijîn, li dijî pergala baviksalar têkoşîna zayendî û li dijî zextên dewletê jî têkoşîna nasnameya neteweyî didin. Aroosa Baloch got: “Jinên Belûçistanî şîn veguherandin tevgerê û heta ku bêedaletî berdewam bike, dê berxwedan jî berdewam bike.”
Gelê Belûçistanê yê ku ji aliyê dîrokî ve bi polîtîkayên Îngiltere (Xeta Durandê) di navbera Îran, Pakistan û Efxanistanê de hate dabeşkirin, li dijî polîtîkayên bişaftin û zextê têkoşîna nasnameya neteweyî dide. Li Îranê nasname nadin piraniya gelê Belûç, ev yek jî dibe sedem ku gelê Belûç ji gelek mafên wekî perwerde û tenduristiyê bêpar bimîne. Tevî ku Îran û Pakistanê eyaletên Belûç qebûl kirine jî, dest datînin ser hemû dewlemendiyên sererd û binerd û gelê Belûç di nav xizaniyê de dihêlin.
Li vê erdnîgariyê ku polîtîkayên li dijî gelê Kurdistanê yê ku di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hatiye dabeşkirin re dişibin hev, jin barê herî giran ê krîzên jeopolîtîk, zextên baviksalar û şerên sînoran re têdikoşin. Jinên Belûç ên ku bi salan e ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin, li dijî zilm, qetil û windakirina bi darê zorê li ber xwe didin. Koordînatora Rêxistina Navneteweyî ya Dengdayîna Kesên Windayî yên Belûç, Aroosa Baloch (Zamûr Azad), der barê jiyana jinên Belûç û têkoşîna wan de ji ajansa me re axivî.
BARÊN JINAN DU QAT E
Aroosa Balochê destnîşan kir ku li her parçeyê Belûçistanê pirsgirêkên cuda hene û ev tişt got: “Jinên Belûç bi dehan salan e barê wan du qat e. Yek jê êşa kesane ya windakirina bi darê zorê ye, ya din jî berpirsiyariya parastina mafên siyasî û mafên bingehîn ên mirovî yên gelê xwe ye. Di welatekî ku bi sînorên mêtingeriyê hatiye dabeşkirin û bi zextan hatiye dorpêçkirin de, ji bo jinan dema ku bav, bira, kur û hevjîn winda dibin, şîn veduguhere berxwedanê.”
KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ
Aroosa Baloch bibîr xist ku jinên Belûç li dijî pergala Îngilizan jî li ber xwe dane û wiha pê de çû: “Ji aliyê dîrokî ve li dijî dagirkeriyê sekinîne. Beşdarbûna têkoşîna îro, parçeyek ji kevneşopiya dirêj a berxwedanê ye ku koka xwe ji rûmet, bîr û girêdaniya axê digire. Tiştê ku em îro dibînin ne tenê protestoyek e. Ev helwestekî exlaqî ye ku bi pêşengiya jinan pêk tê û rê nade ku bêedaletî bibe tiştekî asayî. Aktîvîzma wan ne sembolîk e, di navenda hişmendiya siyasî ya civaka Belûç de ye. Ji ber vê yekê berxwedana wan hem dîrokî ye hem jî veguherîner e. Di gelek rewşan de ketina wan a nava jiyana civakî ne ji bo daxwaza nav û deng e, ji neçariyê ye.”
Baloch bal kişand ser dîroka berxwedanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexmê ky Belûçistan bi destê mêtingeriya Brîtanyayê hatibe dabeşkirin jî, ji aliyê dîrokî û çandî ve yek e. Belûçistan ji nexşeya cîhanê hat jêbirin lê nekarîn bîra kolektîf, nasname û girêdana bi axê jê bibin. Berxwedana îro ne şiyarbûnekê ji nişka ve ye, berdewamiya kevneşopiya dîrokî ye. Dayik, keç û xwişkan windabûnên xwe yên şexsî veguherandin şahidiya cemaweriyê.”
HÊZA VEGUHERÎNER A JINAN TIRSÊ DIXE DILÊ WAN
Aroosa Balochê diyar kir ku gelek jinên Belûç ên wekî Maharang Baloch hatine girtin an revandin û wiha axivî: “Girtina jinan ne bi qanûn û pergalê re, bi bêdengkirina hêza exlaqî re têkildar e. Dema jin diaxivin, dengekî wiha bilind dibe ku dewlet nikare bi hêsanî bêrûmet bike. Rayedar van jinan digirin ji ber ku ew nûnertiya berdewamiyê dikin. Girtina wan hewildanek e ji bo şikandina vê berdewamiyê û tirsandina gel. Pergalên serdest ji têkoşîna jinan ditirsin. Dema hêzên çekdar bi jinên bêçek ên ku wêneyên kurên xwe yên winda hildane re rû bi rû tên, nehevsengiya hêzê bi zelalî derdikeve holê.”
QADA BERXWEDANÊ Û BÎR
Aroosa Balochê anî ziman ku jinên Belûç bi biryar in û wiha got: “Jin şêwazekî berxwedanê yê aştiyane, bi biryar û bi pîvan dimeşînin. Çalakiyên rûniştinê, meşên dirêj, belgekirina windayan û dîplomasiya navneteweyî rêyên berxwedana me ne. Jin di navbera navçe û nifşan de torên piştgiriyê ava dikin. Keçên ciwan perwerdeya hişmendiya siyasî û mafan didin û malên xwe veduguherînin qadên nîqaş, bîr û berxwedanê.”
POLÎTÎKAYA ‘BIKUJE Û BAVÊJE’
Aroosa Balochê bal kişand ser qetlên bêhiqûqî wiha got: “Wek gelek jinên Belûç, min jî laşên parçekirî yên xortên ku li kêleka rêyan hatine avêtin dîtin. Min dît ku polîtîkaya ‘bikuje û bavêje’ çawa tê kirin. Zarokekî 12 salî yê bi navê Chakar hate qetilkirin. Endamên malbata min jî bûn qurbanî. Ev ne bûyerên ji rêzê ne, perçeyek ji planekî berfireh in. Ji ber vê yekê berxwedana me nifş bi nifş e. Rexmê wehşet û hovitiyê jinên Belûç berxwedanekî aştiyane hilbijatine.”
BERXWEDAN LI SER 3 BINGEHAN TÊ RÊXISTINKIRIN
Aroosa Baloch bal kişand ser sê bingehên sereke yên berxwedana jinên Belûç û ew weha rêz kirin: "Ya yekemîn, belgekirin û nîşandan e. Em windakirina bi darê zorê, qetlên bêhiqûqî û hemû binpêkirinên din ên mafên mirovan bi awayekî sîstematîk belge dikin. Di rewşa ku bêdengî lê tê ferzkirin de, belgekirin bi xwe dibe çalakiyeke berxwedanê, nahêle rastî werin jêbirin û qeydên dîrokî diparêze. Gava duyemîn, seferberiya sîvîl a aştiyane ye. Ev gav hem çalakiyên neteweyî hem jî yên navneteweyî vedihewîne. Armanc ew e ku bala raya giştî her tim li ser mijarê be û mafên Belûçan bibe parçeyek ji rojeva berfireh a mafên mirovan a cîhanê. Gava sêyemîn jî avakirina torên piştgiriyê ye. Em di asta navnetweyî de bi rojnameger, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, tevgerên jinan û rêxistinên civaka sivîl re tifaqên çalak ava dikin. Dibe ku zext giran bibin, lê baweriya me ya bi berxwedana aştiyane, rêxistinkirî û xwedî pîvan tu carî kêm nabe. Hêza me ne ji zora fîzîkî, lê ji zelaliya me ya exlaqî, ji bîra me ya kolektîf û ji çalakiya sîvîl a domdar tê."
PIRSGIRÊK NE LEŞKERÎ YE, SIYASÎ YE
Aroosa Balochê destnîşan kir ku pirsgirêka gelê Belûç siyasî ye û çareserî ne bi rêyên leşkerî ye û di berdewama axaftina xwe de got: “Dîrokê nîşan daye ku hêz dikare muxalefetê bi demkî bêdeng bike, lê nikare daxwazên siyasî yên gelan ji holê rake. Pirsgirêka bingehîn azadî, rûmet û îradeya siyasî ye. Belûç dixwazin pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Çareseriyekê mayînde bi dawîkirina mîlîtarîzmê, bidawîkirina windakirinên bi darê zorê û naskirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe pêkan e.”
AZADIYA JINAN BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE
Peyama Aroosa Balochê ya ji bo 8’ê Adarê wiha ye: “Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de peyama min zelal e. Jinên Belûçistanî ne sempatiyê, piştgiriyê dixwazin. Ez ji jinên cîhanê re dibêjim; azadiya we û azadiya me bi hev ve girêdayî ye. Dema dayikek li Belûçistanê li kurê xwe yê winda digere, heman pîvanên gerdûnî yên ku hemû jin diparêzin, diparêze. Jinên Belûç şîna xwe veguherandin tevgerê. Heta ku bêedaletî hebe, berxwedana me bi wêrekî, bi rûmet û bi hêviyê dê berdewam bike.”
MA / Bêrîvan Kutlu