NAVENDA NÛÇEYAN - Tiştê ku jinên li New Yorkê û jinên li Dilovasiyê ber bi mirinê ve birin; pergala baviksalarî, bêkontrolî, bêqîmetkirina kedê û polîtîkaya bêcezahiştinê bû. Xwişka Şengul Yilmaz a ku di şewata li Yalovayê de jiyana xwe ji dest da Emîne Bulutê got: “Em jin ger em bibin yek em ê bihêz in.”
Çîroka 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku li tevahiya cîhanê jin jê re amadehiyê dikin, di 8’ê Adara 1857’an de li eyaleta New York a DYA’yê dest pê kir. 40 hezar karkerên tekstîlê ji bo baştirkirina 16 saetên xebatê yên giran û kêmtirîn mûçeyên ku tenê têra zindîmayîna wan dikir, dest bi grevê kirin. Di şewata ku li fabrîkaya karker tê de hatibûn ragirtin şewat derket û di şewatê de 129 karkerên ku piraniya wan jin bûn jiyana xwe ji dest dan. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, wekî bîra dîrokî ya têkoşîna ji bo şert û mercên xebatê yên wekhev û mirovî û berdêlên hatine dayîn derket holê.
Lêbelê, lêgerîna mafan a ku wê rojê dest pê kir, tevî hin destkeftiyên di nava 169 salên derbasbûyî de, hêj jî bi daxwazên wekî 8 saet xebat û mûçeyê wekhev ji bo karê wekhev, di rojevê de tên nîqaşkirin. Di asta kurewî û herêmî de îstîsmara keda jinê, wekî bêqîmetkirina di karên bêqeyd, bêewle û bi mûçeyê kêm ve berdewam dike. Şewata ku li Dilovasiya Kocaeliyê rû da û tê de 6 jinên ku du ji wan di bin 18 saliyê de bûn jiyana xwe ji dest dan, rexmê derbasbûna wextê, carekî din berdewamiya pergala neguherî û bûyerên sala 1857’an a New Yorkê anî bîra mirovan. Di lêpirsîna der barê teqîn û şewata li depoya dagirtina parfum û kozmetîkê de derket holê ku tevdîrên ewlehiya kar kêm in. Derenceyên şewatê tune bûn, deriyên derketina lezgîn girtî bûn, karker li hundir asê mabûn û mîna şewata li New Yorkê, wekî komkujiyekê ku mafê jiyanê tune hesibandiye, di bîra mirovahiyê de cih girt.
Xwişka Şengul Yilmaz (55) a ku di şewatê de jiyana xwe ji dest da, Emîne Bulut û dêya Nîsanûr Taşdemîr (15) Altun Taşdemîr, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ YÊN LI DEPOYA KU ŞEWAT LÊ DERKET
Emîne Bulut a ku di sala 2023’yan de nêzî mehekê di depoya ku xwişka wê lê jiyana xwe ji dest daye de xebitî, der barê şert û mercên xebatê de wiha axivî: “Xwarin pir xirab bûn. Kardêran ji b xwe xwarinên cur bi cur dixwestin. Lê karkeran ji ber ku nedikarî bixwin, neçar diman xwarinê birijînin. Pirê caran mirovan ji malên xwe xwarin dibirin. Kardêr piştî demekê bi hinceta ku ‘hûn dirijînin’ xwarin rakir. Li wir çaya ku dihat çêkirin jî nedihat vexwarin. Di betlaneyên havînê de zarokên ku hewcedariya wan bi kar hebû serî lê didan, di cih de qebûl dikirin. Ev zarok jî ji ber ku ditirsiyan, li hemberî tiştên diqewimîn dengê xwe dernedixistin.”
EWLEHIYA KAR TUNE BÛ
Emîne Bulutê anî ziman ku carekê lingê xwişka wê Şengul Yilmaz di navbera du paletên de asê maye û xwediyên kar bi ser xwişka wê de qîriyan û gotine “çima tu baldar nabî” û lingên xwişka wê yên werimî de deriziye û destûr dane ku biçe nexweşxaneyê û şandine malê. Emîne Bulutê diyar kir ku xwediyên kar paşê xwestine ku heke wê bibin nexweşxaneyê bêjin “li malê di navbera paldankê de asê ma” û wiha pê de çû: “Di wê depoyê de der barê ewlehiyê de tu tevdît tune bûn. Destê wan bihataya birîn jî, peçete lê dipêçan û bi banta koliyan dipêçan. Carekê ji bo kontrolê hatin. Ji ber ku li depoyê tenê yek-du kes bi sîgorta bûn, kesên sîgorteya wan tune bûn derxistin derve. Li hundir tenê kesên sîgortekirî man. Roja ku lingê xwişka min derizî, ji min re gotin ‘were em sîgorteya te çêbikin’. Min jî got, ‘ez teqawîd im sîgorteya min heye ez naxwazim, sê salên xwişka min mane ku teqawîd be, qet nebe ya wê çêbikin’. Lê bi hinceta ku ew temenmezin e heqaret kirin.”
'EM BI HEV RE BIHÊZ IN'
Emîne Bulutê destnîşan kir ku jin ji bo debara malê û xwedîkirina zarokên xwe neçar dimînin ku li ber her tiştî serî bitewînin û wiha got: “Pêdiviya jinan bi piştgiriyê û bi sendîkayê heye. Divê li cihên ku ewlehiya kar lê heye bixebitin. Lê ji tu derê piştgirî nayê. Ji ber ku temenê wan mezin e yan jî piçûk e, kar nadin jinan. Di vê depoyê de jî dema dibistan dihatin girtin, zarokên 12-13 salî jî dihatin xebitandin. Xwediyê depoyê, ji ber ku dizanibû her kesê li vir dijî hewcedarê vî karî ye, karker îstîsmar dikirin. Jin ji ber neçariyê li wir dixebitîn. Ya girîng tenduristî û paşeroja jinan e. Bila li cihên bi sendîka bixebitin. Bila maf û hiqûqa wan hebe. Nehêlin ku di cihên wekî vê depoyê de xwediyê kar wan îstîsmar bike. Piştî ku min xwişka xwe winda kir, ez bi gelek rêxistinan re ketim têkiliyê. Gelek caran geriyan û piştgirî dan. Di vê pêvajoyê de herî zêde piştevaniya me û jinan çêbû. Dema ez bi jinan re dipeyivîm, min dît ku birînekê wan hemûyan heye. Dema tu bi wan re dipeyivî, tu jinan çêtir fêm dikî. Jin, hêjayên herî mezin ên civakê ne. Jin stûna vê civakê ye lê mixabin hin zihniyet vê îstîsmar dikin.
8’ê Adarê roja me ye. Lê ji dema ragihandina 8’ê Adarê û vir ve jin hîna jî tên qetilkirin. Pîrozkirina 8’ê Adarê li Tirkiyeyê pir dijwar e. Lewra di vî welatî de qîmet nadin jinan. Jin her roj li kolanan, li fabrîkayan, li cihên kar tên qetilkirin. Êdî qetilkirina jinê pir hêsan e. Kengê bixwazin tacîz dikin û dikujin. Jin êdî hatine wê astê ku nikarin xwe biparêzin. Wek jinek tişta ez dixwazim bêjim ev e; bila bihêz bin û li ser lingên xwe bisekinin. Tu carî li ber kesî serî netewînin. Divê em bibin yek û dest bidin hev û piştgiriyê bidin hev. Em tu carî li ber mêran serî netewînin. Lewra jin ne hewcedarê kesî ne. Em tenê dema ku bi hev re bin bihêz in.”
'TENÊ HESTIYÊN KEÇA MIN MABÛN'
Dêya Nîsanûr Taşdemîr a di şewatê de jiyana xwe ji dest daye Altun Taşdemîrê diyar kir ku wan di sala 1985’an de ji ber sedemên aboriyê neçar mane ku ji gundê Xamurê yê Agiriyê koç bikin. Altun Taşdemîrê got ku Nisanur zaroka herî piçûk a malê bû û ji bo piştgiriyê bide malbatê dixebitî û roja bûyerê wiha vegot: “Roja şemiyê bû, keça min sibehê çû ser kar. Dema çû got ‘dayê li xwe baş binihêre’ û xatir xwest. Min jê pirsî ‘çima tu mîna xatirekî dawî dipeyivî?’, wê jî got ‘tiştek tune, halê dinyayê ye’. Piştre agahiyek hat ku ‘depo dişewite, karkerên di hundir de mirin’. Dema em çûn ber depoyê, şewat dewam dikir û zarokên me jî di hundir de dişewitîn. Ji wan tenê hestî mabûn. Ji me re gotin ‘werin cenazeyên xwe bigirin’. Me nedizanî ku kîjan cenazeyê me ye. Piştre cenaze xistin poşetan û dan me. Keça min, zehmetiyên li cihê kar ji min re digotin. Nîvro xwarin nedidan karkeran. Heya saet diwanzdehê şevê didan xebatandin û pereyên wan nedidan. Dema van tiştan digot, me xwest ku ji kar derkeve, lê wê dewam kir. Kardêrên wan digotine ‘em xwarinê tînin lê hûn naecibînin’. Karker tev birçî diman jî, pereyê xwarinê nedidan. Mûçeyê ku digirtin jî pir kêm bû, herî zêde 7-8 hezar didan.”
'HEMÛ DERÎ GIRTI BÛN'
Altun Taşdemîrê anî ziman ku xwediyê kar zarokan dixapand û mûçeyê wan nedida û wiha got: “Mesrefa xwarin û rê ya keça me jî me dida. Tevî vê yekê jî heya saetên şevê didan xebatandin. Dema dihat malê digot ‘dayê binê lingên min diêşin’. Bavê wê got ‘neçe kar, ez hîna nemirime’, lê wê dewam kir. Me çi zanibû ku wê bimire. Ma keça min mirin heq kiribû? Di fabrîkayê de derenceyên şewatê û tûpa agirkujiyê tune bûn. Ne pencerê, derî tu cihekî nevekirî bû. Tenê deriyê piçûk ê li ber deriyê pêş vekirî bûye, ew jî ji ber ku kelûpel li ber danîne, girtî bûye. Dema ku hemû li hundir in, karkerek makîneyê dide xebitandin û mîna bombeyê ji nişka ve teqîn çêdibe. Dibêjin şewat bi vî rengî derketiye, lê me bi çavê xwe nedîtiye, lewma em bawer nakin. Wê demê tu kes neket hundirê depoyê ku wan rizgar bike. Heke agirkuj wê demê zû bihataya, belkî zarok bihatana rizgarkirin.”
'EM DIXWAZIN SÛCDAR BÊN CEZANKIRIN'
Altun Taşdemîrê diyar kir ku keda jinê nayê dîtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jinan dikujin, bi wan re keda wan jî dikujin. Tiştê li depoyê qewimî jî ev bû. Sîgorteya wan tune bû, heya nîvê şevê didan xebatandin û mûçeyên kêm didan, xwarin nedidan. Bi vî rengî dixwazin jinan biçewisînin. Berdewam zext li jinan dikirin û heqaret li wan dikirin. Jin, tenê ji bo ku hewcedarê mêran nebin dixwazin bixebitin. Xebat ne eyb e, her kes dixebite. Lê me çi zanibû ku keça me dê bimire. Em tenê dixwazin sûcdar bên cezakirin. Bila êdî jin neyên qetilkirin.”