‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’

img
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi berxwedana li Îmraliyê komplo vala derxist û destnîşan kir ku azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were.
 
Bi ser komploya navnetewî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê sibata 1999’an de bi anîna Ocalan a Tirkiyeyê berdewam kir re 24 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ji roja anîn Tirkiyeyê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Ji roja ku gelê kurd weke “Roja reş” binav kirî ve fikrên Ocalan dîwarên tecrîdê hilweşandin û bandor li ser hemû Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Hevserokê Kongreya Civakî (KCD) Berdan Ozturk, di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de armancên komployê, bandora wê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
‘KOMPLO BERDEWAM DIKE’
 
Ozturk ê bi şermezarkirina komploya navnetewî dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku komploya navnetewî ji aliyê hêzên emperyal ên weke Îsraîl û Amerîkayê ve pêk hatiye û rola gardiyaniyê dane Tirkiyeyê û wiha got: “Niha dema ku em li paradîgmaya ku Birêz Abdullah Ocalan pêş xistiye dinêrin, hem di aliyê helwest û axaftina xwe de ev dewlet, ev zîhniyet, ev têgihiştin helbet gelên ku Abdullah Ocalan temsîla wan dike ji bo xwe weke gefekê dîtin û bi vî awayî ev komplo li dar xistin. Temame welatên ku qala demokrasiyê û mafên mirovan dikirin dema gotûbehs bû Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hemû rêgezên xwe binpêkirin û ev rewş niha jî berdewam dike.”
 
‘BERXWEDANA ÎMRALIYÊ KOMPLO VALA DERXIST’
 
Ozturk, anî ziman ku komploya navnetewî ne li dijî şexsekê ye, li dijî fikrên Abdullah Ocalan ên ji gelan re bûn hêvî û têkoşîna azadiya gel ku ew temsîl dike ye û wiha berdewam kir: “Fikrên birêz Ocalan li dijî hişmendiyên emperyalist, faşîst û yekperest bersivek e. Bi sekna ku birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê nîşan da û bi berxwedanê ev komplo vala derxist. Niha jî weke hûn dizanin li çar aliyê cîhanê fikir û ramanên birêz Abdullah Ocalan belav dibin.”
 
‘JI FIKRA WÎ YA AZADIYÊ DITIRSIN’
 
Ozturk, bi lêv kir ku bi paradîgmaya Abdullah Ocalan re civak û gelên li Rojhilata Navîn dijîn danîn pêşiya xwe ku bi nasname û baweriyên xwe bi awayekî azad bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî ji bo Amerîkayê gefek e. Heke ev fikre azadiyê pêş bikeve, wê ji feraseta mêtînger bêpar bimînin. Dema em ji vî aliyî lê dinerin elbet gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji xwe re weke gefekê dibînin. Heke niha tecrîd bi awayekî girankirî berdewam bike, di bingeha vê de tirsa hêzên mêtînger ên ji fikrên birêz Ocalan pêk tên.”
 
‘ÇARESERÎ DI AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN DE YE’
 
Ozturk, destnîşan kir ku rêya çareseriyê aştiyeke birûmet e, mifteya aştiyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Mifteya deriyê ji azadî û demokrastiyê re vedibe jî mifteya deriyê pêşerojek û Tirkiyeyeke ronahî jî di destê Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Rê ev e, çare ev e. Heke wiha berdewam bike, di demên pêş de dibe ku derfetên ku em qala Tirkiyeyê jî nekin hebin. Weke ku em dibêjin çareserî muzakere, diyalog bêguman azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.”
 
BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ 
 
Ozturk, bi bîr xist ku 18 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û bal kişand ser têkiliya di navbera şer û tecrîdê de. Ozturk ê diyar kir ku kesên tecrîdê kûr dikin şer û neçareseriyê ferz dikin, qala bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kir û wiha domand: “Hewl didin vî dengî bêdeng bikin. Rast e tecrîd hatiye girankirin lê divê em tenê li aliyê tecrîdê nebinin em berxwedanê jî bibînin. Li Îmraliyê bi rastî jî Birêz Ocalan li dijî vê pergalê û hişmendiyê berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Ev berxwedan û ev sekne ku komploya tê armanckirin were domandin pûç dike.”
 
‘TECRÎD BERDEWAM DIKE’
 
Ozturk, bal kişand ser berxwedana li Îmraliyê û got: “Yanî Kurdekî teslîmbûyî ferz dikin, di heman demê de Birêz Ocalan ji bo nasnameyeke azad a kurd li ber xwe dide. Nîşandana vê berxwedanê dewam dike. Li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de berxwedan û azadî dewam dike. Ji ber ku nikarin kurdên dixwazin bidin qebûlkirin, ev tecrîd bi awayekî girankirî hêj berdewam dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tenê li dijî şexsekî ye ev tecrîdeke li dijî gelê gelê kurd tê sepandine. Tecrîdeke ji bo her kesên ku li Tirkiyeyê demokrasî, azadî û Komara Demokratîk a Tirkiyeyê dixwazin e û divê neyê qebûlkirin. Ne di asta hiqûqî de ne jî di mafên mirovan de û heta di hiqûqa navxweyî de jî divê nêzîkatiyeke bi vî rengî neyê nîşandan. Lê wek me got, dema hate axaftinê dewletên mêtînger û emperyal qala mafên mirovan, demokrasî û azadiyan dikin û dema mijar dibe Girava Îmraliyê û Birêz Ocalan dikarin van nirxan hemûyan binpê bikin. Ev yek jî rûyê wan ê rast nîşanî tevahiya civakê û hemû gelan dide.”
 
‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE WERE ŞIKANDIN’
 
Ozturk, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bi berxwedanê dikare were şikandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke ku me got azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were.
Ne tenê ji bo kurdan, her wiha israra di neçareserkirin û şer de bi girankirina tecrîdê dest pê kir. Pêwîste vê rewşê weke têkiliyeke sedem-encamê bibînin. Dibe ku hemû gelên Tirkiyeyê di rastiyê de di vê mijarê de xwedî fikir û ramanên cuda bin, lê divê di vî warî de bi rêgez tevbigerin. Eger hûn qala hiqûqê dikin, eger hûn hiqûqê diparêzin, hûn ê bi cih bînin. Eger hûn naxwazin şer çêbibe, eger hûn naxwazin şer kûr bibe, eger hûn dixwazin vê zîhniyeta faşîst a ku kurdan dike hincet û zilmê li we hemûyan dike rawestînin, bêguman divê ev tecrîd were rakirin. Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were ku karibe rol û mîsyona xwe ya dîrokî bileyize. Ne tenê kurd, pêwîste her beş di vê mijarê de xwedî helwest be û dengê xwe bilind bike. Bi vî rengî eger em wê tecrîdê bişikînin, em dikarin Tirkiyeyeke ronî bi hev re ava bikin.” 
 
MA / Mujdat Can