Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû

img

AMED - Jinên kurd bi parastina xwe ya cewherî ve li dijî aqilê mêr-dewletê yê bisazûman, bûn hêza çareseriyê. Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku dirûşma jinên kurd a “Jin, jiyan, azadî” ji bo hemû cîhanê hêviyek çêkiriye û wiha got: “Tu têkoşîneke ku jin tê de kirde nebe, nikare veguhere têkoşîneke civakî.” 

 
Li kîjan erdnîgariyê dibe bila bibe, li dijî pergalên bi hişmendiya zilam teşe girtî, jin ji bo maf û azadiyên xwe li ser pêyan in û ji bo jiyaneke mirovane roleke mezin dilîzin. Jinên ku “ber bi pêşerojeke azad ve dimeşin”, pêl bi pêl, bi ruhekî serhildêr û bi rengên xwe pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Bi taybet jî li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku bi destê hêzên milîtarîst şerekî dijwar lê diqewime, bi parastina xwe ya cewherî re hêviya “dinyayeke cuda jî pêkan e” çê dikin. Pêşengtiya têkoşîna li dijî şer, tundî, xizanî û koledariyê jî Tevgera Jinên Kurd dikin. 
 
JIN JIYAN AZADÎ
 
Jinên kurd, li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, têkoşîneke hevpar didin, hêzên xwe xurt dikin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” re mohra xwe li sedsala 21’emîn dan. Hedefa yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên li dijî erdnîgariya Kurdistanê, jin in. Jinên kurd tevî şerê taybet, her wiha li dijî tundî û komkujiyan jî têdikoşe û hesab ji kiryarên wan dipirse. Jinên kurd ku li Îranê di bin sîwana Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) de têdikoşin, li Herêma Federal a Kurdistanê di bin sîwana Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) de, li Şengalê di bin sîwana Tevgera Jinên Azad ên Êzdî (TAJÊ) de, li Tirkiyeyê di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwe di bin sîwana Kongreya Star de têdikoşin û dibin hêza çareseriyê. 
 
Têkildarî têkoşîna li hemberî şerê taybet ku bi “Plana Çokşikandinê” hîn bêhtir hatiye kûrkirin, em bi Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy re axivîn. 
 
ZEXTA NETEWE DEWLETAN
 
Atasoy da zanîn ku jin di sedsala 21’emîn de hem di hêla aborî û hem jî di hêla siyasî de rastî gelek cureyên tundiyê tên û wiha got: “Kapîtalîzm, ji bo ku qeyrana tê de ye derbas bike, bi hevkariya netewe dewletan herî zêde keda xelkê xizan û jinan dixwe. Niha li seranserî cîhanê siyasetên kevneperest û rastgir desthilatdar in. Vê jî rê li ber gelek rewşên neyînî vekir û tundiya heyî, hîn kûrtir kir. Kedxwariya heyî hêj bêhtir kûr kir. Dema em li pêvajoya pandemiyê ya du salên dawî dinihêrin, dibînin ku zexta netewe dewletan zêdetir bûye û desthilata xwe ya li ser jinan hêj bêhtir xurt kirine. Lê belê pergala kapîtalîst a baviksalar çi dike bila bike, her çend ku hewl bide hebûna xwe li ser nakokiyan bidomîne jî, em dibînin ku bi lez û bez têk diçin.” 
 
FAŞÎZMA BISAZÛMAN
 
Di berdewamê de jî Atasoy anî ziman ku ji sala 2015’an heta niha otorîteriya li Tirkiyeyê weke guhertina rejîmê xwe nîşan dide û wiha domand: “Bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re netewe dewlet dîsa hat sazûmankirin. Hewl didin faşîzmê bisazûman bikin. Hewl dan di van şert û mercên faşîzmê de têkoşîna jinan bifetisînin. Li seranserî cîhanê ji ber tundiya aborî ku pergalên baviksalar û kapîtalîst pêş dixe, gelek cureyên tundiyê li ser jinan tên kirin. Bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê tundiyeke giran a mêr-dewletê li ser jinan hat kirin. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka kurd û kurdan, bandora xwe li ser kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Vê siyaseta şoven ku li hundir û derve xelkê li dijî hev sor dike û berê wan dide hev, bandora xwe li çar parçeyan jî kir.” 
 
Bi domdarî jî Atasoy bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên kurdan û ev nirxandin kir: “Li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye jî êriş hate kirin. Di êrişê de sivîl hatin qetilkirin. Her wiha li dijî Şengalê ku rastî gelek komkujiyan hatine jî êriş hate kirin. Li dijî Rojava ku kurdan li wir jiyaneke nû ava kirine jî êriş çêbûn. Xuyaye ku ev dijminatiya li dijî kurdan, li her çar parçeyan bandorê li kurdan dike.” 
 
SIYASETÊ BÊESILKIRINÊ 
 
Atasoy da zanîn ku siyaseta şer a li ser herêmê tê meşandin, bi polîtîkayên şerê taybet berdewam in û wiha got: “Hewl didin jinan asteng bikin û ji her qadên jiyanê dûr bixin. Di serdemeke ku qeyrana aborî zêde xerabeye de jin hîn bêhtir tên xizankirin û dixwazin neçarî pergalê bibin. Vê neçariyê bi awayên cuda ferz dikin lê gelemperî ji bo bêesilkirina civakê, ciwanan û jinan bi kar tînin. Dixwazin li her kolanê fihûşê pêş bixin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku jin ji jiyana polîtîk tên qutkirin, ji mekanîzmayên wê tên dûrxistin, hewl didin di malê de hefs bikin û pêşî li ber polîtîkbûna wan bigiririn. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbazan didin.” 
 
SEPANÊN ŞERÊ TAYBET
 
Atasoy têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên li ser bajarên kurdan çend mînak dan û wiha berdewam kir: “Mînak; çîroka windakirina Gulistan Doku. Dema em li Dêrsimê dinihêrin, dibînin ku çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewletê digirin, li her devera bajêr fihûş pêş xistine. Her wiha dema em li doza Îpek Er dinihêrin, em dibînin bê ka hêzên ewlekariyê jinan çawa dixapînin û ber bi mirinê ve dibin. Û ev kes bi mertalê darazê tên parastin. Tiştên li girtîgehan tên kirin jî êdî tu sînorek jê re nemaye. Binpêkirinên li dijî Aysel Tugluk û siyasetmedarên jin ên kurd tên kirin, yek ji rêbazên şerê taybet e. Bi kurt û kurmancî dema em di şexsê Kurdistanê de li mijarê dinihêrin, dibînin ku tundiya mêr-dewletê roj bi roj li ser jinan girantir dibe û di şexsê jinan de civaka kurd hedef tê girtin. Em bi siyaseteke qirêj re rû bi rû ne ku dixwazin civakê bêçareserî bihêlin.” 
 
CIVAKA KU BI TECRÎDÊ DIXWAZIN AVA BIKIN  
 
Atasoy destnîşan kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bandoreke mezin li civak û jinan dike û ev nirxandin kir: “Divê em tecrîdê tenê weke pergaleke înfazê ya li ser girtîgehan nefikirîn. Ji ber ku di dema xwe de nehat şikandin, ji ber ku li dijî wê têkoşîneke hevpar nehat meşandin, niha li ser tevahiya civakê tê sepandin. Veguheriye pergaleke dorpêçkirinê ku ne tenê li ser Îmrali, jinên kurd û civaka kurd, li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê tê sepandin. Dixwazin profîleke jinan a ku ji civaka xwe hatiye qutkirin, neçarî malê hatine kirin û girêdayî mêr û dewletê ava bikin. Di avadaniyeke ku hewl didin faşîzmê bisazûman bikin, bandora tecrîdê ya li ser gel û civakê dê hîn zêdetir bibe. Lê yekitiya gelan û têkoşîna wan a hevpar dê encama vê polîtîkayê diyar bike.” 
 
JINÊN KURD BÛN HÊVÎ
 
Atasoy anî ziman ku tevî hemû êrişên dewletê jî, jinên kurd niha pêşengtiya têkoşînê dikin û ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêvî. Atasoy, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişeke piralî li ser jinan heye û li dijî van êrişan jî têkoşîneke piralî tê meşandin. Tecrûbeya ji vê têkoşînê, bi xwe re dînamîzma guherînê afirand. Jinên kurd ne tenê li Tirkiyeyê, ji bo hemû jinên cîhanê êdî bûye mînakek. Ji ber ku newekhevî û cihêkariya li dijî wan dihat kirin, tu carî ji têkoşîna xwe ya neteweyî cuda negirtin dest. Bi îdiaya ku dikarin van bi hev re bimeşînin, têkoşiyan. Anku tu carî negotin heke pirsgirêka kurd hat çareserkirin, dê pirsgirêka jinan jî çareser bibe.” 
 
HEMÛ CÎHANÊ PEJIRAND
 
Gulistan Atasoy da zanîn ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” niha li seranserî cîhanê hatiye pejirandin û wiha derbirî: “Ev dirûşm, niha li hemû cîhanê tê zanîn. Ev têkoşîn nîşan dide ku tu têkoşîneke ku jin tê de ne kirde be, nikare bi azadiyê encam bibe. Nîşan dide ku tu têkoşîneke ku jinan ji têkoşînê qut dike, dê nekare civakî bibe. Bi kurt û kurmancî, jinên kurd li dijî zextên piralî yên li dijî nasname û nîjada wan tê kirin, têkoşîneke piralî didin.” 
 
QADÊN NÛ HATIN AVAKIRIN
 
Atasoy daxuyand ku têkoşîna tevgera jinên kurd a zêdetirî 40 salan, ji bo her kesî gelek destkeftî bi xwe re anîne û ev tişt destnîşan kir: “Qadên nû afirandin. Yek ji mînakên wan jî pergala hevserokatiyê ye. Bi vê pergalê re feodalîteya li herêmê hat rûxandin, kir ku jin derkevin kolanan û di mekanîzmayên pêşengtiyê ji civakê re dikin de bibin kirde. Ji her alî ve pêşketineke mezin bi xwe re anî. Bêguman bi xwe re zextekî mezin ê dewletê jî anî. Zîhniyeta mêr- dewletê ku niha xwe bi rêya qeyûman birêxistin dike û hewl dide avadaniya civakê belav bike, vala vala nehat birêxistinkirin. Bi daxwaza şikandina vîna jinê û civakê hatin birêxistinkirin. Têkoşîna jinên kurd, bi dewletê pir mezin da windakirin. Lewma vê destwerdanê dikin. Bi rastî jî jinên kurd hatin astekî wisa ku feraseta mêr birûxînin.” 
 
RÊYA SÊYEMÎN Û JIN
 
Di berdewamê de Atasoy bi lêv kir ku li ser guherîna siyaseta li Tirkiyeyê nîqaşên girîng tên kirin û wiha axivî: “Di serdema heyî de li ser gelek aktoran axaftin tên kirin lê ya ku teşe dide vê pêvajoyê, siyaseta kurd e. Jin jî di vê serdemê de rolekî diyarker dilîzin û kirdeya vê pêvajoyê ne. Divê ev neyê jibîrkirin. Jinên kurd bi asta ku gihandinê re xwedî potansiyeleke wisa ye ku dikare alternatîfeke pergala heyî biafirîne. Li hemberî vebijêrkên ku pêşkeşî me tên kirin, jin amade ne ku nîşan bidin bê ku rêyeke sêyemîn pêkan e û bi tifaqeke jinan a li ser bingeha demokrasiyê vê pêk bînin.” 
 
RENG Û BANDORA 8’Ê ADARÊ
 
Gulistan Atasoy wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serdemeke wiha de 8’ê Adarê gelek girîng e. Jinên kurd di rewşa heyî de xwedî hêzeke wisa mezinin ku qadên 8’ê Adarê dagirin. Ji ber ku aqilê mêr-dewletê her ku diçe têk diçe, desthilatiya faşîst her ku diçe dirûxe. Xwe li ser nakokiyan ava kirine û dijbertiya jin û civakê dikin. Lewma jî dirûxin. Hem di hêla zayendî û hem jî di hêla aborî de yên herî zêde rastî zextê tên, jin in. Lewma dê di 8’ê Adarê de dengê wan xurtir derkeve, bi reng û daxwazên xwe dê dakevin qadan û çalakiyên xurt pêk bînin. Ev tevlibûn dê derfetê bide ku jinên kurd nîşan bidin bê ku tevgera jinên kurd tevî hemû zextan jî têk neçûye, xwe birêxistin kiriye û xurtir bûne. Ji bo daxwazên jinan biqîrin û berê hemû jinan bidin qadan, em jî dê xebatên xwe bidomînin.” 
 
MA / Eylem Akdag