Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DYA ku encam ji Projeya Rojhilata Navîn a Mezin negirt, niha hewl dide Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava Tirkiye û PDK'ê de asê bike. 
 
Balafirên şer ên di 1'ê Sibatê de ji Amedê rabûn Kampa Mexmûrê, Şengal û bajarên Dêrik û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kirin. Piştî van êrişên berfireh niha jî bal çû ser hevdîtinên DYA'yê û dewletên herêmê, hesabên tên kirin û tawîzên van dewletan. 
 
OPERASYON BI SER NEKETIN
 
"Plana Çokşiakndinê" ya ku îqtidara AKP'ê di 30'yê Cotmeha 2014'an de di civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de biryara wê dabû û di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi konsepta şer dest pê kiribû, di 7 salên borî de bi ser neket. Operasyonên derveyî sînor ên di 10'ê Sibata 2021'ê de li herêma Garê ya Herêma Kurdistana Federe dest pê kirin têk şikiyan. Tirkiye ji bo ser vê têkşikîna xwe bigire vê carê di 23'yê Nîsana 2021'ê de li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê operason dan destpêkirin. 10 meh derbas bûne lê di van operasyonan de jî tiştek bi dest nexistiye. Çendî Tirkiye bi êrişên hewayî, bi piştgiriya hêzên taybet ên PDK'ê û komên paramîlîter û çekên kîmyewî van operasyonan dike jî, lê dike nake nikare tiştekî bi dest bixe. Her wiha ev mehek e eskerên xwe yên bi alîkariya hêzên taybet ên PDK'ê li 8 tepeyên Avaşîn û Zapê bi cih kiribûn jî paş ve kişandin. 
 
SERÎ LI DAIŞÊ DA
 
Tirkiye, piştî dît nikare tiştekî bi ser tiştekî bixe, vê carê jî serî li DAIŞ, El Nûsra, hin komên sunnî yên li Iraqê û Eniya Tirkmen a MHP'î da. Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û rayedarên eskerî di 21'ê Çileyê de li Şirnexê civîneke operasyonê çêkirin û xwestin moral û mîtovasyonê baş bikin. Piştî vê di bin navê Pêşmergeyê Rojê de komeke nêzî hezar kesî ya ji komên Feylaq El Şam û tirkîstaniyan pêk tê ji Cerablûs, Serêkaniyê û Ezazê anîn û li derdora gundên Kêstê, Derarê, Deşîşê û Qela Qumriyê yên Metînayê bi cih kirin. Hat diyarkirin ku dê ev kom tenê daxilî nav şer nebin, di heman demê de dê li van herêman herêma tampon bê çêkirin û dê ev kom li vê herêmê bin. 
 
HEVDÎTINÊN MÎTÊ
 
Li gel van qewimînan, di mehên dawî de Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Alî Memlûkê li ser îstixbarata rejîma Sûriyeyê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî û li Hewlêrê jî bi rayedarên PDK'ê re hin hevdîtin kirin. Bi destûra DYA'yê û bi piştgiriya Tirkiyeyê di çarçoveya "Peymana Şengalê" ya di navbera Hewlêr-Iraqê de zextên li ser Kampa Mexmûrê, Şengal û Kerkûkê zêde bûn. Di vê heyama ku di navbera DYA-Tirkiye, Tirkiye-Iraq, Tirkiye-Îsraîl, Hewlêt-Bexdayê de gelek hevdîtin çêdibin de, Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî gef xwarin ku dê bi rêbazên cuda berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Kampa Mexmûrê. 
 
PROJEYA ZÎNDEKIRINA DAIŞÊ
 
Piştî vê vê daxuyaniya Erdogan, DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de li Hesekê êriş bir ser Girtîgeha Sînaayê. Ev êriş wekî projeya "zîndekirina DAIŞ'ê" ya îqtidara AKP-MHP'ê hat şîrovekirin. Hêzên Koalîsyonê yên li Hesekê piştî êrişê bi du saetan mudaxile kirin û ev yek wekî Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengiya DYA'yê naxwaze DAIŞ'ê biqedîne hat şîrovekirin. Ji lew re hat diyarkirin ku bêyî destûra DYA'yê Tirkiye nikare ji hewayê ve êrişî bibe ser Dêrik, Şengal û Kampa Mexmûrê. 
 
POLÎTÎKAYA NÛ YA DYA'YÊ
 
Ev geşedanên li Rojhilata Navîn ku wekî Şerê Cîhanê yê Sisêyan tên pênasekirin, bi gotinên ku ji zû de tên gotin "dê DYA ji Rojhilata Navîn vekişe" bûn xwedî pratîk. DYA ku tevî hemû bertekan jî ji Afxanîstanê vekişiya, îqtidarê dewrî Talîbanê kir. Ev rewşa li Afxanîstanê rû da, eynî wekî mînaka 1979'an a Yekîtiya Sovyetê hat nirxandin û neserketina DYA'yê jî wekî îflaskirina modela netew-dewletê ya di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de hat nirxandin. DYA ku ev rastî dît, wekî li Afxanîstanê bi hêzên herêmî re li hev kir, polîtîkaya eciqandina gelên li dor pergala demokratîk-komunal xist dewrê. Bi heman awayî Hîzbûllahê tevî hemû ambargoyan keştiya tije petrol ji Îranê bi rê kir, di ser Şamê re gaz bir Misirê û ceryana Urdunê bir Lubananê... Ev tawîz hemû nîşan didin ku DYA di demên dawî de biryarên xwe xera dike û pêwendiyê bi hêzên ku berê hedef girtibûn re datîne.
 
Nîqaşa ku piştî DYA'yê hêzên xwe ji Afxanîstanê derxistin rû da, niha bi heman rengî ji bo Iraq û Sûriyeyê jî dest pê kiriye. Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî çûbû Qesra Spî û piştî serdanê daxuyandibû ku dê DYA heya dawiya salê hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û dê ji dêvla wê personelên eskerî yên her du welatan hebin ji bo perwerdehî û piştgiriyê. Bi vî awayî dê DYA hem soza xwe ya ji bo vekişîna eskeran bîne cî, hem jî dê xwe derî wê weziyeta xwe ya "dagirkeriyê" bide der û hem jî dê bi temamî ji Iraqê venekişe. 
 
HEVDÎTINA TIRKIYE-ÎSRAÎL
 
Bi temamî vekişîna ji Iraqê ne li gorî stratejiya polîtîk a DYA'yê ye. Lê wer xuya dike ku gava nakokiyek rû bide dê cardin serî li çekê bide. Lewma feraseta wê "qet venekişe" an jî "wê vekişe" dê bibe cihê xafilînek mezin. Ji lew re tê gotin ku dê DYA wisa bi rihetî terka Rojhilata Navîn nake û bi ser de wê qadên şer û pevçûnê zêdetir bibin. Bi taybet jî tê xuyakirin ku DYA-Îngîltere-Almanya-Îsraîl, dixwazin bi hêzeke tifaqê ya wekî Tirkiye-PDK-El Nûsra li qadê be. Jixwe hewldanên vê dawiyê yên Tirkiyeyê ku dixwaze navbera xwe û Îsraîlê baş bike, wekî encameke vê tên diyarkirin. 
 
TASFIYEKIRINA TEVGERA KURD!
 
Armanca van tiştan jî, domandina şerê li hemberî kurdan ê îqtidara AKP-MHP'ê, pêşîvekirina hêzên wekî PDK û ENKS'ê û tasfiyekirina siyaseta kurdî ye. "Lîsteya Rêxistinên Terorê" jî wekî amûreke çalak a vê polîtîkayê ye. Hêzên navdewletî jî xwe disipêrin vê lîsteyê û hewl didin tevgera kurd bê bandor bikin û wê berteng bikin. 
 
TÊKILIYA BI KOMPLOYÊ RE
 
Ev şerê ku niha li herêmê bi êrişên hewayî tê domandin, di salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tên kirin. Êrişên par ên li Garê jî di wextekî wiha de hatibûn kirin. Êrişên vê dawiyê yên li ser Şengal, Kampa Mexmûrê, Dêrik û Şehbayê jî di vê çarçoveyê de tên nirxandin û şîrovekirin. Gava di vê çarçoveyê de li ser bê sekinandin, hêzên navdewletî bi êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê, hewldanên teslîmgirtina Şengal û Mexmûrê, nakokiyên navxweyî yên li Silêmaniyeyê dixwazin encamekê ji komployê bigirin. 
 
Tirkiye vê polîtkayê tevî Herêma Kurdistana Federe didomîne. Rûsya jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Ya Tirkiye yan jî Esad" ferz dike û DYA jî hewl dide Rêvebiriya Xweser di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bike. 
 
MA / Erdoğan Altan