Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn

img

DUHOK - Dewleta Tirk li heremên Metîna û Avaşîn ligel bi bombebarana hewayî re li ser tunelên şer çekên kîmyewî bikar tînin jî ji bo ketine van tunellan hêzên taybet ên girêdayên PDK’ê didin pêş û bikartînin.  

Dewleta Tirk operasyona ku di 23’ê nîsanê de li ser heremên Metîna, Avaşîn û Zapê dabû destpêkirin di meha 7’emîn de bi bombarandina bejayî-hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî dewam dike. Li gor agahiyan, TSK bi taybetî li ser tunelên şer ên herêma Avaşîn ku piştî bombabarandina hewayî çekên kîmyewî bi kar tîne dixwaze bikeve tunelan, lê leşkerên ji ber windayiyên pir mezin dane û derûniya wan xira bûne newêrin bikevin tunelan, ev car jî ya yekîneya taybet a ku di bin berpirsiyartiya Ezîz Weysî de hatiye avakirin bişînin van tunelan.  
 
LEŞKER LI CIHÊ HERÎ XWE BI EWLEH HÎS DIKIN DERBE DIXWÛN
 
Tê gotin ku TSK, ligel çek û teknîkên herî pêşketî û êrîşên ji bejayî û hewayî pêk tîne jî tu pêşketinek çênake, li dijî çalakiyên hêzên gerîla yên rihê serdemê pêk tên têk çûye. Li gor plana TSK’ê ya ku dê hefteya yekemîn a operasyonê de ji hewayî bombebaran bike û leşkeran daxîne wisa serweriyê ser heremê bike, bi çalakiyên bandor ên yekîneyên gerîlayên bitevgerî re vala derket. Ji ber vê yekî jî ne ji sînorê Bakûrê Kurdistanê, ji hûndirê başûrê Kurdistanê ango ji Zaxo, Duhok, herêma Behdînanê ve bi piştgiriya hêzên girêdayên PDK’ê ceribandin.  
 
Di van herêman de bi taybetî jî li derdora Qada Parastina Medyayê, hêzên taybet Zêrewanî, Gulan û Roj ên girêdayên PDK’ê-malbata Barzanî, noqteyên leşkeri yên berê ve hatibûn avakirin, radestê TSK’ê kirin. Di hefteyên destpêkê ya operasyonê TSK ku li 8 kîlometreyê qadê ya li heremên Metîna û Avaşîn li hin ciha leşkerên xwe bi cih kiribû, hêzên gerîla bi çalakiyên bandor derbeyên mezin li wan xistibûn. Ji Pêşmergeyên Dêrîn A.R. B ku heremê baş nas dike û şerê heyî dişopîne, diyar kir ku leşkerên TSK’ê ku li van herêman derbe xwaribûn û windayiyên mezin dabûn derûniya wan xira bûne. A.R.B, da zanîn ku ev leşkerên ku her çiqas hatibin guherandin jî dema hatine van noqteyên leşkeri yên ku ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve hatine avakirin xwe di ewlehiyê de hîs kirine û anî ziman ku di wan cihên xwe di ewlehiyê de hîs dikirin de jî ji aliyê hêzên gerîla ve derbe xwarin û êdî derûniya wan bi temamî xira bû. A.R.B, wek mînak jî çalakiyên ku li ser barêgeha leşkeri ya li nahiya Kanî Masî û gundê Kêstê ya ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve hatibûn avakirin û radestê leşkerên Tirk kiribûn, nîşan da.  
 
‘MA EM JI BO ÇI PERE DIDIN WE?’ 
 
Ji Pêşmergeyên Dêrîn A.R.B, bilançoya 6 mehî ya ji aliyê HPG’ê ve hatî aşkerekirin û TSK 323 caran çekên kîmyewî bikaraniye bibîrxist û got li gor wê ev hejmar zêdetir e, lewra di hemû bombabaranên ji hewayî ku bûye rojane de çekên kîmyewî-xazên kîmyewî hatine bikaranîn. A.R.B, da zanîn ku di meha destpêka operasyonê de li ser tunelên şer ên li heremên Metîna, Avaşîn û zapê pêşî bi balafiran bombebarandin piştre jî bombeyên ku di nava wan de çekên kîmweyî heye bi kar tanîn. A.R.B, destnîşan kir ku ev yek di demên dawî de piranî li ser tunelên şer ên herêma Avaşîn pêk tê.  
 
A.R.B, anî ziman ku li gor wî bihistiye leşkerên TSK’ê yên ku ji ber çalakiyên gerîlayên bi tevger derbeyên mezin xwarine û windayiyên mezin dane, ligel bi kontrola balafirên keşfê û israrkirina fermandaran jî newêrin bikevin van tunelên şer ên ku bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin. A.R.B, ev agahî dan: “Ji ber vê rewşa leşkeran dixwazin hêzên taybet ê ku di bin berpirsiyartiya Ezîz Weysî de hatiye avakirin bidin pêş û bixin tunelan. Ligel peywira vê yekîneyê ya esasî di pêşiya leşkerên Tirk de mayinan paqij bike, noqte û çûn û hatina hêzên gerîlayan kemîn bavêje an jî agahiyên îstîxbaratî bide, fermandarên leşkerên Tirk, ji ber derûniya leşkerên xwe ji vê yekîneya taybet xwestiye û israrkiriye ku bikevin tunelan. Ligel ku çekên kîmyewî jî bikaranîne û bombebaran kirine jî dîsa leşkerên wan newêrin bikevine yê. Li gor me agahî girt ji vê yekîneya taybet a di berpirsiyartiya Ezîz Weysî de hatiye avakirin xwestine. Heta ne daxwaz an jî bi rîcayê van rasterast emir-ferman dane vê yekîneyê. Li gor me bihîstiye fermandarên leşkerên tirk ji fermandarên van yekîneyên taybet re gotine  ‘ma em ji bo çi pere didin we, ji bo hûn van karan jî bikin’. Sedema vê gotinî jî, ez bawerim; fermandarekî vê yekîneyî nerazibûn nîşan daye an jî nîqaşek navbêra wan de derketiye.”  
 
Tê zanîn ku ev nêzî saleke di bin berpirsiyartiya Ezîz Weysî de hêzekî taybet ên ji nav hêzên Zêrewanî, Gulan û Roj bijartiye û wek peywir jî di pêşiya leşkerên TSK’ê de mayinan paqij bike, noqte û güzergâha derbasbûna yekîneyên gerîlayan tesbîtkirin û agahiyên îstîxbaratî ragihîne ye. Li gor agahiyan, eger nûveyên ku TSK çekên kîmyewî bikaraniye yên di deste Ezîz Weysî de aşkere bike, dê hem Tirkiye û hem jî ji ber alîkariya wê kiriye PDK dê wek sûcdarên şer werin darizandin.  
 
MA / Erdogan Altan