Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin

img
DUHOK – Tirkiye di operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê de çekên kîmyewî yên wekî sûcê şer tên hesibandin bi kar tîne. Dane û belgeyên ji cenazeyên HPG'iyan û cihên bûyerê hatin bidestxistin, ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên endamên YE'yê re hatin şandin.
 
Operasyonên Tirkiyeyê yên li Metîna, Avaşîn û Zapê ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Tirkiyeya ku tevî hemû çekên xwe yên giran, balafir û teknîkên xwe yên pêşketî jî nikare encamekê bi dest bixe, serî çekên kîmyewî dan ku ev çek di qada navneteweyî de hatine qedexekirin. Li gorî bîlançoya ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihandiye di 6 mehên êrişan de Tirkiyeyê zêdeyî 323 çekêm kîmyewî bi kar anîne li dijî gerîlayan. Li gorî daxuyaniyê ji meha Gulanê heya niha 9 jê jin 33 gerîla ji ber van çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.
 
PDK QEYDÊN NEXWEŞXANEYAN VEDIŞÊRE
 
Ji bilî Qada Parastina Medyayê di encama bombebaranên balafirên şer ên li ser herema Behdînanê cih û warê sivîl jî hedef tên girtin. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de mirov, sewal, dar û daristanên heremê jî zirarek mezin dibînin. Her wiha tê gotin ku 548 kesên li gundên herêma Behdînan dijîn jî bandor ji gazên çekên kîmyewî girtine û ji ber vê serî li nexweşxaneyên Duhok û derdorê dane. Tê gotin ku rayedarên PDK’ê qeydiya van kesan ên li nexweşxaneyan vedişêre û heya niha derbarê van îdiayan de tu daxuyanî nehatine dayîn. 
 
NÛVEYÊN DI DEST EZÎZ WEYSÎ DE
 
Tirkiye ku dagirkirina heremê, bombebarana bi balafirên şer kiriye tiştekî rûtîn û bi rêya PDK’ê dixwaze rewa bike, bi heman şêweyî dixwaze bi pêkanîn û çewisandinên PDK'ê yên li ser saziyên sivîl jî vê yekê wekî tiştekî asayî bide der. Ji bilî vê li gor agahiyên ku ji heremê bi dest ketine, gelek nûveyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di destê berpirsiyarê leşkerî yên hêzên taybet ên Pêşmergeyên Roj, Zerewanî û Gulanê Ezîz Weysî de hene. Ezîz Weysî nêzî salek e hêzek taybet ên ji nava Gulan, Zerewan û Peşmergeyên Roj hatî hilbijartin ava kiriye û wek peywir jî mayinên li pêşiya eskerên tirk ên li noqteyên eskerî yên li ser guzergeha gerîlayan paqij dike û îstîxbarata kordîneya noqteyên gerîlayan dide dewleta tirk. Tê gotin ku di destê Ezîz Weysî de gelek nûveyên di warê bikaranîna çekên kîmyewî de hene û ger wan aşkere bike wê hem dewleta tirk hem jî PDK bi sûcên şer werin darizandin.   
 
BANG LI RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ KIRIN
 
Dewleta tirk ku plan kiribû dê di nava hefteyekê de herema Metîna, Avaşîn û Zapê bi temamî dagir bike, piştî plana wê neçû serî vê carê serî li bikaranîna çekên kîmyewî da. 
 
Tirkiyeyê piştî 23'yê Nîsanê, roja operasyon dest pê kiriye, bi 10 rojan yanî di 3'yê Gulanê de li herêma Avaşîn li ser tunelên şer ên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar anîbû û ji ber vê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gel ev bikaranîna çekên kîmyewî ku bi wêneyên ji aliyê HPG’ê ve hatibûn girtin û bi daxuyaniya KCK’ê hatibûn bebriçavkirin jî, lê ji ber bêdengiya hikumeta heremê, Iraq, sazî û dewletên navneteweyî di raya giştî de nebûbû rojev. 
 
Dewleta tirk jî ji vê bêdengiyê hêz girt û di dem û cihên cuda de bikaranîna çekên kîmyewî berdewam kir û her ku çû ev yek veguherî tiştekî rûtîn. Li gorî bîlançoya ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daye di 6 mehên êrişên dagirkeriyê de dewleta tirk zêdeyî 323 caran êrîşên kîmyewî li dijî gerîlayên pêk aniye. Li gorî daxuyaniyê ji meha Gulanê heya niha 33 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Ji van 33 gerîlayan 9 jê gerîlayên jin in. Ji roja yekemîn heya niha ji aliyê HPG û KCK’ê ve derbarê mijarê de gelek daxuyanî hatine dayîn û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de bang li gelek sazî û rêxistinên navneteweyî kirin û xwestin ku ji bo lêkolînkirina van îdiayan werin heremê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew amade ne ji bo hêsankirina lêkolînê hemû derfetên xwe bi kar bînin. 
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ KIRIN RAPOR 
 
Piştî van daxuyaniyan ev mijar ket rojeva gelê kurd û bi çalakî û daxuyaniyan bang li saziyên têkildar hat kirin. Tê gotin ku heya niha ji aliyê saziyên kurd û gelek kesan ve gelek nûveyên li ser cendekên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û cihên bûyerê wek rapor ji 28 saziyên sivîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelek welatên Yekîtiya Ewroparê hatine şandin.
 
MA / Erdogan Altan