Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?

img

ÎDLÎB- Hin daneyên hevdîtina Soçiyê diyar dibin. Tê gotin ku Erdogan ji Rûsyayê bi dilekî nerihet vegeriyaye û vê carê berê dûmena xwe daye hevdîtina 30'yê Cotmehê ya bi Serokê DYA'yê Joe Biden re. 

Tê gotin Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ji Soçiyê ku di 29'ê Îlonê de hevdîtin bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re kiribû, bi dilekî nerihet vegeriyaye. Pisporên mijarê vê hevdîtina ku Erdogan berê xwe daye kurdan û Pûtîn jî daye Îdlîbê, li gor daneyên sînorkirî dinirxînin. Li Îdlîba ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan gotibû "me li hev kir" bombebarana Rûsyayê didome. Balafirên şer ên Rûsyayê, derdora rêya navneteweyî M4 û navçeya Şêrawa a Efrînê bombebaran dikin. Li aliyê din jî hêzên girêdayî rejîmê li Îdlibê tevdigerin û ev jî sinyalên operasyonê ne. 
 
Îdlîb ku li bakur rojavayê Sûriyeyê dikeve, bajarê herî mezin e ku di destê hêzên selefî û paramîleter de ye ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Li derdora bajarê ku di dest El Nûsrayê de ye, hêzên aydê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bi cih bûne. Her diçe rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê devereke Îdlîbê ji dest komên selefî û paramîlter derdixe û herî dawî jî di 2020'î de deverên girîng ên wekî Maret El Nûman, Morîk û Seraqîpê bi dest xistibûn û Tirkiye noqteyên xwe yên çavdêriyê yên li vira rakiribûn. Piştî atmosfer gur bû, Rûsya û Tirkiye di 5'ê Adara 2020'î de agirbest çêkiribûn û bi vê agirbestê re şer rawestiya bû. 
 
HERÊM CARDIN BI LIV Û TEVGER BÛ
 
Tirkiye di çarçoveya agirbest û peymana navbirî de, dê komên radîkal ji derdora rêya navneteweyî M4 derxistana û ji çekan xalî bikirana. Di vî warî de temînat jî dabû Rûsyayê. Tirkiye soza xwe bi cî neanî û bi ser de El Nûsra û komên din bêtir bi çek kir û sewqiyat zêde kirin. Di demên dawî de Rûsyayê cardin dest bi bombebaranê kir û bi vê re mijar cardin bû rojev. Her wiha Rûsya ji xeynî komên li Îdlîbê, hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê yên li derdora navçeya Şêrawayê ya Efrînê jî bombebaran kirin. 
 
ERDOGAN GOT 'ME LI HEV KIR', LÊ BOMBEBARAN DIDOME
 
Tê gotin di hevdîtina Soçiyê de Erdogan hewl daye ku li Îdlibê pêşî li ber operasyoneke gengaz bigire. Çendî Erdogan bibêje "me li hev kir" jî, lê rewşa li qadê niha berevajî wê ye. El Nûsra û komên din ên tundraw ên Tirkiye piştgiriya wan dike, li bajêr ketine ber hev. Hin çavkanî diyar dikin ku Tirkiye van koman di warê operasyoneke gengaz de hişyar kirine. 
 
DERDÊ TIRKIYEYÊ KURD IN
 
Rûsya têkildarî hevdîtinê daxuyand ku "dê Îdlib û derdora wê ji komên terorîst bên paqijkirin." Tirkiye jî daxuyand "me di warê derxistina hêzên terorîst de li hev kir." Lê belê tê zanîn ku qesda Rûsya û Tirkiye behsa komên cuda dikin. Tirkiye hêza parastina Şoreşa Rojavayê YPG'ê hedef digire, Rûsya jî behsa komên tundra ên dînî dike. 
 
RÛSYA NEBÛ DYA...
 
Tê bilêvkirin ku Erdoganê ku dixwaze her du hêzên navneteweyî îdare bike û dixwaze ji xwe re hinekî din demê terxan bike, bi dilekî nerihet ji Rûsyayê vegeriyaye. Tê gotin Erdoganê ku li Soçiyê tişta dixwest bi dest nexist vê carê berê dûmena xwe daye hevdîtina 30'yê Cotmehê ya bi Serokê DYA'yê Joe Biden re. Dê Rûsya jî li gor liv û tevgera li qadê rewşa xwe diyar bike. Tê texmînkirin ku ewilî dê ewilî li rêya navneteweyî M4, li deverêb wekî Zaviye, Cisir El Şuxur û Arihayê operasyonan li dar bixe. 
 
JI DÎLOKÊ BER BI HELEBÊ VE RÊ! 
 
Sernavên din ên li Soçiyê hatin nîqaşkirin jî mijara S-400 û vekirina rêyên bazirganiyê yên Sûriyeyê bûn. Li gor hin angaştan, tê gotin ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de behsa vekirina rêyeke bazirganiyê ya transît de jî hatiye nîqaşkirin ku ev jî dê di navbera Dîlok-Helebê de be. Li gor vê yekê tê gotin ku heger rê çêbibe dê ev rê ji Dîlokê dest pê bike û heya Kilîs-Ezaz-Efrîn-Îdlîb û Helebê biçe. Lê li qadê tu nîşaneyên ji bo vê xuya nakin. 
 
MA / Nazim Daştan