Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!

img

HEWLÊR - Dê di 10'ê Cotmehê de li Iraqa ku di nav pençikên mudaxileyên derve, êrişên DAIŞ'ê, nakokiyên şiî-suniyan û qeyrana civakî de ye, hilbijartina pêşwext çêbibe. Dê 109 partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe tevli vê hilbijartinê bibin. Lê belê dîsa jî bêhêvîtiyek heye ku dê Iraq piştî vê hilbijartinê jî istiqrarekê bi dest nexe. 

Dê li Iraqa ku êrişên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê lê didomin, nakokiya di navbera şiî-suniyan de her diçe kûr dibe û ji ber nelirêtiyan qeyrana civakî heye û bûye qada pevketinê ya DYA û Îranê, ji ber hilbijartina pêşwext sindoq di 10'ê Cotmehê de bên danîn.
 
JI BO 329 KURSIYAN 3 HEZAR Û 249 NAMZET
 
Dê 109 partiyên siyasî, 21 koalîsyon û namzetên serbixwe tevli hilbijartinê bibin. Dê 3 hezar û 249 namzet ji bo 329 kursiyên li parlementoyê tevli hilbijartinê bibin. Li welêt li gor hejmarên fermî rêjeya kesên di hilbijartina 2018'an de rayên xwe dabûn ji sedî 44.5 bû, lê tê gotin rêjeya rast nîviyê vê bûye. 
 
BANGAWAZÎ JI BO BOYKOTÊ
 
Tê payîn ku di hilbijartina îsal de dê rêjeya çûna ser sindoqê hîn kêmtir be. Lewma partî û namzet di warê qanehkirina hilbijêran de pir zehmetiyê dikişînin. Her wiha Partiya Komunîst a Iraqê, hin partiyên xirîstiyanan û tevgera protestoyê jî ji bo boytkirinê bang dikin. Heger bi van bangawaziyan çûna ser sindoqê kêm bibe, dê partî û kolaîsyonên bi ser bikevin jî di warê avakirina hikûmetê de zehmetiyê bikişînin. 
 
KAZIMÎ NEBÛ NAMZET LÊ...
 
Her wiha kesên ji sala 2013'an bûne serokkomar û serokwezîr yek jê jî di hilbijartina 10'ê Cotmehê de ne namzet e. Serokkomarê heyî Behrem Salih û Serokwezîr Mûstafa Kazimî jî di nav de. 
 
Tê gotin Kazimiyê ku piştî Adil Abdul Mehdî îstifa kir bû serokwezîr, heger di vê hilbijartinê de avakirina hikûmetê bi problem be, dê bi piştgiriya hêzên navneteweyî mudaxile bike. Ji lew re baş tê zanîn ku ji ber krîza aborî û siyasî û mudaxileyên hêzên navneteweyî û herêmî tu partî bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Ji bo avakirina hikûmetê 165 kursî divên. Di hilbijartina borî de Saîrûn ku şaxa siyasî ya Tevgera Sadrê ye, bûbû yekemîn, lê bes 54 kursî bi dest xistibûn. 
 
ŞERTÊN JI BO PARLEMENTERIYÊ
 
Kazimî ku serdana DYA, Fransa, Îran û Erebîstana Siûdê kir, beriya hilbijartinê bi meh û nîvekê tevli Civîna Bilind a Welatên Cîran bû ku Fransa jî tevlê bûbû û bajarên Herêma Kurdistana Federe jî di nav de serdana gelek bajarên cîran kiribû. Ev jî şîroveyên ku dê Kazimî cardin bibe serokwezîr xurtir dikin. Yek ji xalên ku xwe disipêrin vê jî ew e ku li Iraqê ji bo kesek bibe serokwezîr, serokkomar, wezîr an jî parlementer tu şert û şirût tune ne. 
 
GELO DÊ REWŞA TIRKIYEYÊ YA LI IRAQÊ BIGUHERE?
 
Ji sala 2018'an ve bêhêvîtiyeke wisa li gelê Iraqê peyda bûye ku ne Kazimî û ne jî hikûmeteke ne girêdayî wî dê nikaribin pirsgirêk û qeyranên li welêt çareser bikin. Gel baş dizan ku ev bêhêvîtî bes ne ji ber muxatabên navxweyî ye, ji ber hêzên herêmî û navneteweyî ye jî. Tevgera El Sadrê bi hinceta ku hêzên navneteweyî û herêmî pirsgirêkên Iraqê kûrtir dikin, biryar dabû ku ji hilbijartinê derkeve. Lê belê piştî hin hevdîtinên eşîretên şiî, dev ji vê biryara xwe berdabû. Ji ber hindê hê jî baş zelal nebûye ku dê bêedengiya li hemberî operayonên Tirkiyeyê yên li sînorê Iraqê û pevketina DYA û Îranê bidome yan na. 
 
Gava ev tişt hemû bên berçavkirin, pir eşkere û zelal ku dê pirsgirêk û qeyranên li Iraqê bi hilbijartinê neyên çareserkirin. Jixwe dîtina berbelav jî ew e ku mudaxileyên hêzên navneteweyî û herêmî pirsgirêkan kûrtir dikin. 
 
MA / Erdogan Altan