Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Erdogan, diyar kir ku dê îlheqa Qirimê ya ji bo Rûsyeyê esas negirin. Tê gotin armanca sereke ya daxuyaniyên Erdogan, ew e ku di hevdîtinên Soçiyê de, di warê Îdlibê de hin tawizan bi dest bixe. 

 
Dê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomar Erdogan di 29'ê Îlonê de li Soçiyê bên cem hev du. Rojeva herî girîng jî hebûna Tirkiyeyê ya li Îdlibê ye. Rêveberiya Enqereyê ku dixwaze li Îdlibê bimîne, beriya hevdîtina Soçiyê "qerta Qirimê" bel dike. 
 
HEM LI DEFÊ DIXE HEM JÎ LI ZIRNEYÊ
 
Erdogan, cardin eynî Erdogan e. Pêşiya wî Şam, dawiya wî Şam. Di navbera rojavayê cîhanê û Rûsyayê de dişewişe. Taktîka xwe ya "hem li defê dixe hem jî li zirneyê" didomîne. Di Rûniştina 76'an a Desteya Giştî ya NY'yê ya li New Yorkê da, Qirimê daxilî nav rojeva xwe kir. Kontrolkirina Rûsyayê ya Qirimê wekî "dagirkeriyê" pênase kir û diyar kir ku qethiyen dê esas negirin. Her wiha xwenîşandana li gel Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy  jî, li Rûsyayê bû cihê bertekên mezin. "Teşqelederxistina" di navbera alîgiran, welatan, koman û partiyan de yan xûyeke Erdogan e yan jî îqtidara xwe li ser vê ava dike. Em di siyaseta navxweyî, Tirkiyeyê, de jî şahidê vê yekê ne. 
 
HER TIŞT JI BO ÎDLÎBÊ
 
Dê Pûtîn û Erdogan, di 29'ê Îlonê de careke din li Soçiyê bên cem hev du. Tê gotin dê di hevdîtinê de partiya dudoyan a S-400'an û meseleya Îdlibê têra xwe bê nîqaşkirin. Gelo beriya vê hevdîtinê, çima Erdogan benîştê Qirimê xist devê xwe? Di vî warî de li Ria Novostiyê dahûrandinek hatiye kirin. Ji pisporên ajansê yên Tirkiyeyê Yaşar Niyazbayev, derpêş dike ku ya rast Erdogan amadekariya Soçiyê dike. Ji lew re rêveberiya rûs dixwaze Tirkiye eskerên xwe ji Îdlibê derxîne. Tew Kremlînê, di hevdîtina bi Esad re kiribû de, ragihandibû ku Sûriye ji ber hebûna eskerên biyanî nerihet e. Erdoganê ku dixwaze li Soçiyê di warê Îdlibê de hin tawizan bi dest bixe, wer xuya ye bi salvoyên Qirimê dixwaze Moskovayê çavtirsandî bike. Li gor Niyazbayev, di paşperdeya salvoyan de armanca ku cardin çavkirina ji bo rojavayê cihanö heye. Daxilbûna Qirimê ya ji bo Ûkraynayê, di heman demê de tê wateya li Behra Reş bidestxistina hevsarên NATO û DYA'yê. Li gor Yaşar Niyazbayev, armanceke din a têhilanîna Qirimê jî, tetarên li Tirkiyeyê ne. Muhtemelen Erdogan dixwaze beriya hilbijartinê xwe li ber dilê hilbijêrên tetar xweş bike.
 
Meseleya Qirimê, li Rûsyayê meseleyeke xwedî karaktereke pir hesas e. Nîqaşkirina vê meseleyê, hema bibêje wekî ku mirov dar di qula mozan rabike. Dibe ku ji nişka ve gelek moz bi we vebidin. Axaftina Erdogan, hêrsa gelê Rûsyayê rakir. Tê dîtin ku gelek derdor bertekê nîşan didin. Mesela li gor nûçeyeke malpera gazeta.ru'yê Endamê Komîteya Navneteweyî ya Konseya Federasyona Rûsyayê Sergey Tsekov, bi gotineke wıha bersiv da Erdogan: "Meriv bibê helaw, devê meriv şîrîn nabe." Senator Tsekov, diyar dike ku Erdogan çi dibêje bila bibêje, lê dê Qirim heya hetayê girêdayî Rûsyayê be. Her wiha Serokê Xweseriya Neteweyî-Çandî ya Herêmî ya Tetarên Qirimê Eyvaz Umerov jî dibêje, Enqere meseleya Qirimê spekule dike. Li gor wî, Tirkiye dikare delegasyonekê bişîne wir û vekole ku piştî tetar ketine bin banê Rûsyayê bê çawa dijîn. Midûra Enstîtuya Stratejiyên Siyasî û Aborî yê Navneteweyî Yelena Panîna jî derpêş dike ku Qirim heya 2014'an jî "mîrîtiyeke" Tirkiyeyê bû. Li gor Panîna, Tirkiye ji bo li Bakurê Qafqasyayê û Behra Reş xurt bibe, dixwaze Qirimê wekî "binkeyekê" bi kar bîne. 
 
Bêguman axaftina Erdogan, hêrsa derdorên din ên civakê jî rakir. Malûm e, di mijarên wisa de li Rûsyayê hesteka patrîotîst xurt dibe. Şîroveyên têkildarî dahurandina Ria Novostiyê ku me li jorê behsa wê kir, hêleke rastiyê dide der. 
 
Çend ji van şîroveyan: 
 
"* Eugen Weigel: Çima ev qasî bala Erdogan dikişîne ku Qirim aydê kê ye? Tiştek heye, ew jî Qirim ne aydê Tirkiyeyê ye. 
 
* İzya Liberman: Erdogan dostê me yê herî baş e! Balafira me tê xistin, em bizava tirk dikin. Balyozê me tê kuştin, em S-400'an difiroşin. Li Qerebaxê helîkopter tê xistin, em santrala enrjiya nukleerê çêdikin. 
 
* Gennadiy Peltser:… Gelo hê em ê firingiyên xirabe bistînin?
 
* Dmitriy Nedoseko: Ji Erdogan re bibêjin ku Rûsya Stenbolê wekî axa Tirkiyeyê nahesibîne. 
 
* Dmitri Andryuşko: Gelo qey ji bo serdemekê zêdetirî 2 milyon rûs ji bo Tirkiyeyê zêde ne? Bi ya min pir zêde ye. Erdogan efendî! Tu bike carewar." 
 
MA / Îsmet Konak