Şantaja vekişandina Rûsyayê ya ji Til Rifatê tenê rojek domiya

img

QAMIŞLO – Lîstika Rûsyayê ya ji vekişandina herêma Til Rifatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê rojekê domiya. Rojnameger Delîl Zîlan, diyar kir ku zext û şantaja Rûsyayê ya “Ya rejîm an Tirkiye” li berxwedana kurdan eleqiye.

 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgera leşkerî didome. Rûsya, di 13’ê nîsanê de yekîneyên xwe yên leşkerî ji herêma Til Rifat a Qantona Şehbayê vekişand. Lê piştî rojekê van yekîneyan careke din li cihê xwe vegeriyan. Em bi rojnameger Delîl Zîlan ku geşedanên li herêmê dişopîne re li ser armanc û encamên vê vekişandin û vegerê ya Rûsyayê axivîn. 
 
ÎRAN SERWER E
 
Di destpêka axaftina xwe de Zîlan, bi bîr xist ku Şehba deriyê ku li Helebê vedibeye û piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê gelê Efrînê li vê herêmê bi cih bûye. Zîlan, destnîşan kir ku hebûna Hezên Rejîma Baasê li Heleb, Şehba û li herêma Til Rifatê tê qebûlkirin, lê tu bandoreke wê tuneye û li herêmê hêza bi bandor tûgayeke Îranê ye ku li ser navê Fermandarê Hêzen Qudsê Qasim Silêmanî ye ji operasyonên derve berpirsyar hatiye avakirin. Zîlan, da zanîn ku ev tugay Tûgaya El Qûdus e û li bejahiyê bi bandor in û wiha got: “Lê li qereqolên ku bi cih bûn alên rûs hildane. Li herêmê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî hene. Beriya niha li vir çend lihevkirin çêbûn. Rûs, dibêjin, ‘Kurd rewşa me ya li vir dikin zehmetiyê. Timik çalakiyên wan li Efrînê dibin. Li dijî Tirkiyeyê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Ev jî me dide zorê. Peymana me ya bi tirkan re dike zorê. Hêzên girêdayî kurdan bila ji vir vekişin’. Beriya çend mehan ev çêbûn. Rejîm û hêzên Îranê li dijî vê derketin û gotin, ‘Kurd xwecihê vir in. Em naxwazin kurd ji vir derkevin’. Rûsan jî ji neçarî ev qebûl kirin.”
 
ŞANTAJ VALA DERKET
 
Di berdewamê de Zîlan, bi lêv kir ku piştre di civînên ku rûsan bi kurdan re kiriye de daxwazên xwe ragihandine û axaftina xwe wiha domand: “Yek ji van daxwazan, ‘Dest nedin Efrînê. Virê dewrî rejîmê bikin’ bû. Kurdan qebûl nekir. Vê carê rûsan berê xwe dan Eyn Îsayê. Li vir jî gotin, ‘Eyn Îsayê dewrî rejîmê bikin. Em ê pêşî li êrişên tirkan bigirin’. Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ku li vir hêza bigehîn e, vê qebûl nekir. Kurdan, got, ‘Em ê Eyn Îsayê ne dewrî rejîmê ne jî dewrî tirkan bikin. Ev der cihekî stratejik e. Heke ev der derbasî destê tirkan bibe, wê Reqqa, Tebqa, Minbic û Kobanê bi tevahî ji hev qut bikin. Em ê vê qebûl nekin’. Rûsan jî got, ‘Temam em ê rê bidin tirkan, ew ê bên’. Tirkiye û hêzên paramîlîter dagirkirinê ceribandin, lê nikaribûn bikin. Neçar man vekişin. Rûsan di civînekê de ev  tişt gotin, ‘Me got hûn ê nikaribin li ber van êrişan li ber xwe bidin. Lê we li ber xwe da. We hem me hem jî wan vala derxist’. Belê kurd jî bi xwe bawer bûn. Bi vî awayî kurd karibûn li herêmên din jî bi hêsanî li dijî ferzkirinên Rûsyayê derkevin. Kurdan li vir avantajê bi dest xist.”
 
 ŞANTAJA RÛS
 
Zîlan bal kişand ser hebûna HRE’yê ya li Şehbayê, çalakiyên wan ên li Efrînê û parastina wan a gelê ji Efrînê hatiye û got ku rûs dixwazin hebûna HRE’yê hilweşînin.  Zîlan, da zanîn ku rûs zexta derxistina HRE’yê ya ji herêmê dikin û ev tişt gotin: “HRE û gelê Efrînê vê qebûl nakin. Vê carê jî rûsan gotin, ‘em ê vekişin’ û şantajê pêk tînin. Kurdan jî got, ‘vekişin’ Rûs beriya 3 rojan vekişiyan. Piştî rojekê careke din vegeriyan.”
 
HESABÊN RÛSYA Û AMERÎKAYÊ
 
Zîlan, bi bîr xist ku rewşa niha beriya niha li Herêma Firatê li Til Temîrê pêk hatiye û ev nirxandin kirin: “Rûsan, dîsa gotin, ‘Em vedikişin. Wê tirk bên’. Vekişiyan. Vekişandina wan 24 saet berdewam kir. Dîsa vegeriyan. Lewre hevsengiyeke wiha hene. Amerîkayê dema Donald Trump Herêma Firatê dewrî rûsan kiribûn. Amerîka dixwaze vegere rewşa xwe ya berê. Rûs jî şantaja ‘Em ê vekişin’ pêk tîne. Amerîka û kurd jî vê dixwazin. Lê rûs venakişin. Rûs naxwazin valahiya pêk were ji Amerîkayê bihêlin. Di navbera Amerîka û Rûsyayê hesabên nirxandina qadên vala hene.”
 
MA / Nazim Daştan