Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye 2021-08-09 12:44:28 HEWLÊR - Li Iraqê ku di hêla siyasî, leşkerî û aborî de pirsgirêkêb mezin hene, ji bo hilbijartinên ku wê di 10'ê cotmehê de pêk wer in, hemû hêz li ser kurdan hesaban dikin. Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq û PDK ku weke dijberî hev xuya ne li Mexmûr û Şengalê li heman eniyê cih digirin.    Li Iraqê bi nêzbûna hilbijartinan re hêzên dijberî hev ketin nav hewldanên ku meseyên bazariyê berfireh bigirin. Lê dema ku mijar dibe Mexmûr û Şengal ku rêxistinbûna xwe ya xweser û paratina rewa ava kirine, Amerîka, Îran, Tirkiye, Iraq û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku weke dijberî hev xuya ne li heman eniyê cih digirin. Daxwaza ıraqiyan a vekişandina hêzên şer a Amerîkayê hilbijartinên 10'ê cotmehê girîngtir dike.     HILBIJARTINA DI ALOZIYÊ DE    Yek ji hêza girîng a şîiyan a li welat Tevgera El Sadr biryara ku tevlî hilbijartinan nebe da. Di vê pêvajoya hilbijartinê de êrişa Tirkiyeyê ya ser qadên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Kurdistanê jî didome. Li aliyên hezeke din a bibandor a li welat Heşdî Şabî jî êrişên xwe yên dijî hêzên ku weke "dagirker" dibîne didomîne. Her wiha planên parçekirin û ji hev belavkirina Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yên PDK'ê jî didomin. Tirkiye ji bo pêkanîna Peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a Şengalê zextê li Hewlêr-Bexdayê dike. Ji sala 2005'an ve di navbera Bexda û Hewlêrê de hesabê 400 milyar dolarî didome. Çalakiyên şermezarkirinê yên dema deman li Bexda, Basra, Hewlêr û Silêmaniyê dertên jî aloziya li welat radixin ber çavan.    KURD DI HEDEFÊ DE NE   Di vê çarçoveyê de derbarê Hevserokê YNK'ê Lahur Şêx Cengî ku nêzî Îranê ye de biryara girtinê hat derxistin û tê xwestin ku Pavel Talabanî yê bêtir nêzî PDK'ê ye bînîn cihê wî. Tê gotin ku ev daxwaza Amerîka û Tirkiyeyê ye. Dîsa hewl tê dayîn ku serokên Heşdî Şebî yên alîgirên Îranê bên tasfiyekirin û di demeke ku qet kes ne li bendê bû ji nişke ve bi DAIŞ'ê li Mexmûrê êriş dan kirin. Bi vê jî tê xwestin ku di ser "valahiya ewlehiyê" de peyam bidin gelê wargehê. Hikûmeta Iraqê bi hinceta êrişên Tirkiyeyê armanc dike ku Wargeha Mexmûrê bike bin kontrola xwe. Hem Iraq hem jî PDK ku demeke dirêj e ambargo daniye ser wargehê li ser daxwaza Tirkiyeyê dixwazin serweriya siyasî ya wargehê bikin bin kontrola xwe. Êrişa DAIŞ'ê ya piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî wargehê, gefên Eniya Tirkmenan ên li dijî wargehê û bi cihbûna hêzên girêdayîna PDK'ê ya nêzî wargehê van tezan xurt dikin.    PLANA ŞENGALÊ   Ji bo xels nîşandana ewlehiya Şengalê di derbasbûna di navbera Misûl û Zaxoyê de bi rêya mişextvanan hişbir, çek û derman tên veguheastin û mişextiya mirovan tê kirin. Bi vî awayî tê xwestin Şengalê ne ewle nîşan bidin. Iraq hewl dide li nuqteyên kontrolê yên herêma êzidiyan lim şûna êzidiyan kesên ereb bi  cih bike. Êzidî jî li navenda Şengalê li saziyên dewletê dike notirvan. Bi vê re gote gotin ku wê DAIŞ di ser sînorê Sûriye û Rojava de êriş bike belav dike û şengaliyan ditirsîne. Di çarçoveya plana mijara gotinê de Artêşa Iraqê hêzên xwe yên nêzî navenda Iraqê paşde vedikişîne û hewl dide hêzên xwe yên asayîşê li şûna wan bi cih bike. Vê planê li gorî Peymana Şengalê dike.   POLÎTÎKAYA PDK'Ê YA ŞENGALÊ    PDK ku parçeyê êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê ye, nêzî 2 salan e ambargo daniye li ser Wargeha Mexmûrê; muxalîf, ronakbir, nivîskar û rojnamegeran digire û dike girtîgehê. Rexmî vê jî bi nêzbûna hilbijartinan re dixwaze namzetê zwe li Şengalê derbixe. PDK ku pêşmergeyên xwe yên dema êrişa DAIŞ'ê ki Şengalê reviyan ji bîr kiriye dixwaze di çarçoveya Peymana 9'ê Cotmehê de statuya xweser a Şengalê tune bike û bi dest bixe.    Di vê çarçoveyê de PDK bi qaodreyeke gelek hindik a êzidiyan giraniya xwe daniye ser dîplomasiya bi gel re û gelek kesan vedixwîne Duhok û Zaxoyê û bi wan re hevdîtinên takekesî dike. Berpirsê Şaxa PDK'ê ya Şengalê (Leqa 17) Aşitî Koçer û Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Babekîr Zebarî pêşengtiya vê dikin. Hat hînbûn ku li ser raboriya êzidiyan û PDK'ê û mijarên niha Şengalê nîqaş dikin. Dixwazin bi şengaliyan bidin qebûlkirin ku berpirsê reva pêşmergeyan a dema êrişa DAIŞ'ê Berpirsê berê yê Şaxa PDK'ê ya Şengalê (Leqa 17) Qadir Qaçak e. Lê nayê aşkerakirin ku kesê tayînî şûna wî hatiye kirin wan ronan çi kiriye. Hewl didin berpirsê nû yê Şaxa PDK'ê ya Şengalê (Leqa 17) Aşitî Koçer ku dema êrişa DAIŞ'ê ji bo semînerekê 20 rojan li Tirkiyeyê mabû weke hêza çareseriyê nîşan bidin. Tê xwestin ku nîşan bidin piştî semînerê Koçer bi piştgiriya Tirkiyeyê derbasî Şerfedînê bûye û li dijî DAIŞ'ê şer kiriye. Ji roja ku pêşmerge ki Şengalê reviyan ve Şaxa PDK'ê ya Şengalê û Asayîşa PDK'ê ya Şengalê li Duhokê hatine bicihkirin û xebatan dimeşînin.    PÊŞMERGEYÊN ÊZIDÎ DI NAV HÊZÊN ZÊREWANÎ Û GULAN DE BI CIH KIRIN   Dîsa bi pêşengiya Haydar Şeşo komeke êzidî bi hinceta hilbijartinê propagandaya xwe dikin û banga tevlîbûna pêşmergeyan li êzidiyan dikin. Di vê çarçoveyê de ji bo zêdekirina pêşmergeyên êzidî ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve kontanjena hezar kesî ya hatibû vekirin derketiye hezar û 500 kesî. Hat hînbûn ku pêşmergeyên êzidî ji bo şerê li dijî PKK'ê bi berpirsyariya Azîz Weysî di nav hêzên Zêrewanî û Gulan de hatine bicihkirin. Tê diyarkirin ku ev bicihkirin ji aliyê Fermandarê Pêşmergeyên Şengalê Haydar Şeşo ve pêşniyarî yek ji berpirsên Ewlehiya Barzanî Sîdar Barzanî hatiye kirin.    MA / Erdogan Altan