Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê 2021-06-11 09:08:58 HEWLER – PDK ku li ser asasê dijberiya PKK'ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û di vî warî de peymanên eskerî-aborî îmze kirine, niha jî li dor 12 hezar eskerên xwe hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike.  Operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe, daye destpêkirin 50 roj in didome. Çend roj berê hêzên taybet, Zêrewanî û Gulan, ên PDK'ê jî sewqî herêmê hatin kirin û li tenişta eskerên TSK'ê daxilî nav operasyonê bûn. Ev yek careke din têkiliya PDK û Tirkiyeyê ya bi salan xist rojevê.    BÛYERA SAÎDAN    Têkiliya PDK û Tirkiyeyê xwe dispêre salên 1960'î. Di bûyera ku wekî "Bûyera Saîdan" tê binavkirin de, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Saît Elçî, tevî du hevalên xwe li Qumriyê winda dibe. Dr. Saît Kirmizitoprak jî ku bi kuştina Elçî û du hevalên wî tê tawanbarkirin, tevî Hîkmet Bûlûttekîn (Çeko) û Hasan Yikmiş (Brûsk) li Bamerniyê ji aliyê PDK û MÎT'ê ve tên înfazkirin. Bi vê bûyerê re PDK û Tirkiye cara ewil nêzî hev dibin.    Hevrêyê Saît Elçî Ziya Avci, piştî diyar kiribû ku Derwêşê Sado ji bo kuştina Saît Elçî hatiye peywirdarkirin û gotibû: "... wekî em dizanin Derwêşê Sado li gelek deveran bi xwe behsa bûyereke bi vî rengî kiriye û gotiye, 'ez li gor fermana Îdrîs Barzanî tevgeriyam û bi îstixbarata tirk re xebitîm.'"    ANTÎ PROPAGANDA Û ÎXBAR    Têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê, piştî êrîşên PKK'ê yên di 15'ê Tebaxa 1984'an de li navçeya Şemzînan û Dihê kirin jî, bi awayekî aşkere dixuyên. Piştî vê dîrokê, PDK'ê li dijî PKK'ê dest bi antî-propagandayekê kir û ji eşîretên nêzî xwe yên li Wan û Colemêrgê xwest bibin cerdevan û bi Tirkiyeyê re li dijî PKK'ê şer bikin. Salman Sindiyê PDK'î di Nîsana 1985'an de li mintiqaya Şikefta Kera ya Şirnexê îxbara 8 PKK'iyan kiribû. Ji van PKK'iyan yek jê jiyana xwe ji dest dabû û 7 jê jî bi saxî hatibûn zevtkirin.    SALÊN 1985-1991: HEVDÎTINÊN VEŞARTÎ   PDK, piştî ku têkiliyê bi Tirkiyeyê re datîne, li hemberî PKK'ê dikeve nava hin hin hewldanan. Hin liv û tevgerên wê yên li dijî PKK'ê ev in:    “* PDK, di 17'ê Tebaxa 1985'an de Hamît Avciyê PKK'yî li gundê Edîbe yê Zagrosê kuşt û cenazeyê wî radestî Tirkiyeyê kir.    * Şêwirmendê Mesûd Barzanî Muhsîn Dîzayî, bi balafireke Sûriyeyê cara ewil bi awayekî fermî di 8'ê Adara 1991'ê de çû Stenbolê û li vir hevdîtin bi Musteşarê MÎT'ê Teoman Koman û Musteşarê Karên Derveyyî Balyoz Tûrgay Ozçerî re hevdîtin kir. Ev hevdîtina veşarî li Otêla Palasê ya Enqereyê çêbû û li dijî PKK'ê ji bo tevkariyê hin biryar hatin girtin.    * Îstixbarata Tirk, bi vê pêwendiya bi PDK'ê re ji Zaxoyê dest pê kir û li seranserê Kurdistana Federe dest bi rêxistinekê kir. Bi hev re komîsyonên eskerî û îstixbaratê ava kirin. Komîsyon ji bo ewlehiya sînor û derxistina PKK'ê ya ji herêmê xebitîn û niha jî dixebitin.    * Rayedarên PDK'ê, roja ku JÎTEM'ê, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin, kuşt, li Enqereyê buroyek vekir. Di heman serdemê de Tirkiyeyê pasaporta dîplomatîk da Mesûd Barzanî.    SALÊN 1991-1998: TEVGERÊN HEVPAR    * Bi operasyona "Çekîç Guç" ku operasyoneke NATO'yê bû, têkiliya di navbera PDK-Tirkiyeyê de xurtir bû. Tirkiye, li gor îstixbarata ku PDK'ê dida, di sala 1991'ê de li Herêma Kurdistana Federe bombebarana xwe zêde kir. Paşê bi piştgiriya PDK'ê di 6'ê Gulana 1992'yan de li qada Behdînanê tevgereke bejahiyê ya mezin da destpêkirin.    * Piştî tevgera bejahiyê, di 8'ê Hezîrana 1992'yan de, Xoşyar Zebariyê PDK'î çû Enqereyê. Piştî serdana Xoşyar Zebarî, ji bo Çekîç Guç li herêmê bimîne, Parlementoya Herêmê celseya xwe ya 28'ê Hezîranê, biryar da ku dema operasyonê bê dirêjkirin.    * Di sala 1992'yan de Sadiq Omer, Alî Şaban û Huseyîn Axa yên nêzî PKK'ê û li Herêma Federe diman, di rojên cuda de ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin. Her sê kes jî serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiribûn.    * PDK, di 17'ê Tebaxa 1992'yan de Salman Alagozê PKK'yî dîl girtibû û li navçeya Çelê ya Colemêrgê radestî Tirkiyeyê kir.    * PDK û Tirkiye, di 2'yê Cotmeha 1992'yan de li dijî PKK'ê bi navê "Kazima Harekati" operasyoneke hevpar dan destpêkirin    * PDK'ê piştgiriya operasyona "Çelîk Harekati" jî kir ku Tirkiyeyê di 19'ê Adara 1995'an de dabû destpêkirin.    * Bi armanca tasfiyekirina PKK'ê di Cotmeha 1996'an de DYA, Îngîltere, Tirkiye, PDK û nûnerên Tirkmenan, li Enqereyê civînek çêkirin û 'Peymana Dublîn'ê îmze kirin. PIştî vê peymanê di 14'ê Gulana 1997'an de Tirkiyeê bi beşdarbûna 200 hezar eskerî li Kurdistana Federe li dijî PKK'ê bi navê "Çelîk ahrekati" operasyoneke pir mezin da destpêkirin. PDK, jî bi awayekî çalak tevli vê operasyonê bû. Di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê birîndarên PKK'ê hedef hatin girtin. Di dîrokê de ev wekî "Komkujiya Hewlêrê" tê binavkirin.    * Tirkiye û PDK'ê di 25'ê Îlonê û 15'ê Cotmeha 1997'an de operasyona "Şafak Vaktî" dan destpêkirin.    * PDK û Tirkiyeyê li hev kirin û Tirkiye di sala 1997'an de bi awayekî mayinde tevî eskerên xwe li Kurdistana Federe bi cî bû. Li gor texmînan niha nêzî 12 hezar eskerên TSK'ê li Herêma Kurdistana Federe ne.    * Tirkiye, di Gulana 1998'an de li Kurdistana Federe bi beşdarbûna pêşmergeyên PDK'ê li dijî PKK'ê "Mûrat Operasyonû" da destpêkirin.    SALÊN 2008-2012: DÊ PKK BÊ TASFIYEKIRIN    * Ji bo têkiliyên PDK-Tirkiyeyê hîn bêtir bibin têkilînî stratejîk, di 17'ê Îlona 1998'an de bi pêşengiya DYA'yê di navbera PDK û YNK'ê de Peymana Washîngtonê hat îmzekirin. Di dawiya vê peymanê de li dijî Ocalan starta komploya navneteweyî hat dayîn.    * Tirkiye di Gulana 1999'an de li dijî PKK'Ê tevî pêşmergeyên PDK'ê "Tevgera Sandivîçê" da destpêkirin.    * Tirkiye, di 17'ê Kanûna 2007'an de bi agahiyên îstixbarî yên DYA û PDK'ê, bi 54 balafirên F-16 êrîş bir ser Qendîlê. Paşê di 21-29'ê Sibata 2008'an de bi navê "Guneş Harekati" li Zapê operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek eskerên TSK'ê mirin.    * Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYA'yê yê wê demê Bush di 5'ê Mijdara 2007'an de li Washingtonê hevdîtinek kirin. Piştî vê hevdîtinê di wesfê berdewamiya "Guneş Hareketî"yê de di Mijdara 2008'an de Tirkiye û PDK'ê peymanek îmze kirin. Bi vê peymana xwestibûn di 6 mehan de PKK'ê tasfiye bikin û ji bo vê li deverên stratejîk eskerên taybet û pêşmerge hatin bicihkirin.    * Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Beşîr Atalay, di 21'ê Kanûna 2009'an de çû Hewlêrê, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî ziyaret kir. Piştî vê ziyaretê ji bo petrol û gaza herêmê ji Tirkiyeyê re bê şandin, hin peymanên bazirganiyê hatin îmzekirin.    SALÊN 2012-2015: ŞOREŞA ROJAVAYÊ    * Di sala 2012'an de PKK'ê "Şerê Gel ê Şoreşger" da destpêkirin. Bi vî şerê şoreşger û" Şoreşa Rojavayê" re PDK û Tirkiye hîn bêtir nêzî hev bûn.    * Piştî ku li Rojavayê Konseya Bilind a Kurd hat avakirin, di 1'ê Tebaxa 2012'an de Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Ahmet Davûtoglû, zûzûka çû Hewlêrê û hevdîtin bi Mesûd Barzanî re kir. PIştî hevdîtinê bi 7 rojan televîzyona PDK'ê Rûdaw, ragihand ku PDK'ê biryar girtiye ku dê tevî Tirkiyeyê li dijî PKK'ê şer bike.    * Di 2'yê Îlona 2012'an de li Hewlêrê, di navbera Tirkiye û PDK'ê de civînek veşartî hat kirin. Tirkiyeyê, diyar kir ku divê kurdên Sûriyeyê di nav Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (ENKS) de cih bigirin û divê pêşmerge biçin Rojavayê, lê li dijî YPG'ê bin.    * Di 2'yê Çileya 2013'an de PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt. Rayedarên PYD'ê ji bo derî bê vekirin pir hewl da, lê belê nûnerê PDK'ê Elî Ewnî got: "Bila PYD ji xwe re deriyekî din veke."    * Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, di 16'ê Mijdara 2013'an de li Amedê hatin cem hev û civînek kirin. Di çapemeniyê de hat aşkerekirin ku di civînê de lis er 4 xalan li hev kirine. Xalên li ser li hev kirine ev in: "Dê Barzanî piştgiriya pêvajoya çareseriyê bike. Dê PDK, nehêle li bakurê Sûriyeyê (Rojava) rêvebiriya defacto ku PYD dixwaze ava bike, bê avakirin. Dê petrola Kurdistana Federe, di ser Tirkiyeyê bigihê bazarên cîhanê û dê heverastî Deriyê Sînor ê Xabûrê du deriyên sînor ên din jî bên vekirin."    SALÊN 2015-2021: PKK CUDA YE, KURD CUDA NE    PDK, ji sala 2015'an heya niha polîtîkaya xwe li ser asasên "PKK cuda ye, kurd cuda ne" ava kiriye û bi vê polîtîkayê hewl dide xwe wekî tekane hêza kurdan nîşan bide. Bi vê re hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike. PDK, bi vî awayî êrîşên xwe û Tirkiyeyê wekî êrîşine asayî dide der û dixwaze bi vê li qada navdewletî propagandaya xwe bike û hin kar û barên dîplomasiyê bike.    MA / Erdogan Altan