Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe 2021-04-24 09:00:38 HEWLÊR -  Tirkiyeyê, 28 noqteyên leşkerî û 3 baregehên îstixbarî, li noqteyên xwe yên leşkerî û baregehên îstixbarî yên li Herêma Kurdistanê zêde kirin. Perwerdekirina komên paramîlîter ên di demên dawî de xetereya şerê di navbera kurd, sunî û şîiyan di xwe de dihewîne.  Tirkiye bi lîstikên xwe yên polîtîk ên li Iraqê di navbera gel û mezheban de şer derdixe. Tirkiye, hikûmeta Iraqê ji bo Şengaleke bê statu qanih kiriye û ji bo kontrola Kerkûkê xebatên qanihkirinê dimeşîne. Di heman demê de bi têkiliyên xwe yên Herêma Kurdistanê re baregehên xwe yên li leşkerî li herêmê zêde dike û di bin navê muxalîfan de tora xwe ya rêxistinbûna sûniyan berfireh dike. Bi taybetî jî li Mûsilê li baregeha xwe ya Başîqayê li dijî şiîyan ,sûniyan di perwerdeya leşkerî re derbas dike. Tê gotin ku êrişa di 18’ê nîsanê de li dijî Başîqayê pêk hat jî têkildarî vê ye.    PLANA LI SER MÛSILÊ    Tirkiye, di heman demê de li Herêma Kurdistanê baregehên ku MÎT û leşker têde cih digirin ava dike. Bi bandora xwe ya li ser PDK’ê re dixwaze zextê li hikûmeta Bexdayê jî bike û di vê çarçoveyê de di 9’ê cotmeha 2020’an de Peymana Şengalê di navbera Bexda û Hewlerê de da îmzekirin. Bi peymanê armanc dike ku leşkerên Iraqê bişîne Şengalê. Her wiha bi vê re di bin navê piştgiriya perwerde û çekan de rêxistinbûna hêzên sûnî yên tirkmen li Mûsilê didomîne. Rêveberiya Bexdayê, dibêje ku van rêxistinên sunî û eşîret hatine asta ku şerekî nû derbixin.   BAREGEHÊN NÛ TÊN AVAKIRIN    Di ser xeta Bradost û Sidekanê de baregeke nû hat avakirin. Li ser Qotê Hesen Beg noqteyeke çavdêriyê hat avakirin. Li vê noqteyê bêtilên PKK’iyan dikarin bên guhdarîkirin. Ji bo ku li gundê Xuşkan û Çiyayê Helgurt û Hacî Ûmranê jî noqteyên çavdêrî û qereqolên nû bên avakirin xebat hatin destpêkirin. Li Çiyayê Hesaarî Sekran, rêya Memîxan, Sînorê Dola Alana, Rayat û Berde Zerê qereqolên nû hatin avakirin. Li herêmên Gundejor, Gelejêr, Şoreyeyê jî noqteyên qereqolan hatin avakirin. Li herêma Belekatî jî li qereqolên Dêlze û Berdebokşanê qereqolên nû hatin zêdekirin. Li navçeya Rewanduzê li dijî derdora Zînê Wertê li ser Qotê Helemondê leşkerên bi kincên pêşmergeyan hatin bicihkirin. Li derdora Rawanduzê bi çekên giran re hêzeke mezin ji gundê Gerwanî Xiwarû re hatin şandin. (Di şerê navxweyî de ji qereqola li vir li dijî PKK û YNK’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hewan û obûs dihatin avêtin). Her wiha qereqolên li ser rêya Qesre, Gocar, Xaneqa, Kolitar, Mamerut, Pişt Mergê û Balayanê hatin nûkirin.   BAREGEHÊN PERWERDEYÊ YÊN JI BO SUNIYAN   Beriya niha nûçeyên ku di Deriyê Sînor ê Xabûrê re sewqiyata çekan ji herêma Başîqa û Duhokê re tên kirin hatibûn weşandin. Hat hînbûn ku bi van sewqkirina çekan û piştgiriya maddî re li yekemîn baregeha tirk a di sala 1994’an de li bajaroka Selahaddînê hatibû avakirin 750 kes ên girêdayî Waliyê berê yê Mûsilê Esîl En Nûceyfî yê bi Tarik El Haşimî re tevdigere û Alî Hatem Suleyman ku yek ji serokên eşîrên sûniyan e tên perwerdekirin. Nayê zanîn ku dê ev perwerde kengê bi dawî bibe. Lê tê gotin ku fermandarên Pêşmergeyên Roj ku li vir perwerdeya xwe temam kiribûn sewqî baregehên li herêma Behdînanê hatine kirin.    DIBE SEDEMA BERTEKAN   Van mudaxaleyên Tirkiyeyê, li Herêma Kurdistanê di nav gel de bûne sedema bertekan û bê aramiyê. Dîsa bêdengiya Hikûmeta Bexdayê ya li dijî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo Eniya Tirkmenan di nav tevgerên şiî û gelê herêmê de li ber bertekan vekiriye. Her wiha qebûlkirina spartinên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê jî di nav komên muxalîf ên parlamentoya Iraqê de acizî ava kiriye.    MA / Erdogan Altan