Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze 2021-03-31 09:01:59 HELEB - Tê payîn ku polîtîkaya serokê nû yê DYA'yê Joe Biden ya derbarê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, di meha Hezîranê de dirûv bigire. Lê belê Rûsya dixwaze rojek berî rojekê qada xwe ya liv û tevgerê berfireh bike. Li Îdlibê jî êrîş li ser êrîşan pêk tên û Tirkiye jî ji nû ve çav berdaye qadên jiyanê yê kurdan.  Derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê de niha hemû çav li polîtîkayên Serokê DYA'yê yê nû Joe Biden in. Wisa xuya ye dê DYA heya meha Hezîranê helwesta xwe nede der, lê belê Rûsya jî dixwaze heya wê çaxê qada xwe ya serweriyê berfirehtir bike û ji bo vê bi lez û bez tevdigere. Rûsya, ewilî dixwaze komên li Îdlibê yên di bin banê Tirkiyeyê de berteng bike û ji bo vê zend û bend badane. Tirkiye jî dixwaze hêza xwe ya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê biparêze û hîn bêtir mudaxileyî qadên jiyanê yên kurdan bike.    Rûsya, Îran û Tirkiye hewl didin polîtîkaya xwe diyar bikin û qadên xwe berfireh bikin. Ev hêzên ku dixwazin beriya zelalbûna polîtîkaya DYA'yê serweriya xwe têkûz bikin, bi vê re pirsgirêkên li welêt jî kûrtir dikin. Tirkiye hîn jî hewl dide bi DYA'yê re bi awayekî hevkar bixebite, lê li aliyê din jî destê wê ji Rûsyayê nabe û naxwaze bereksê wê tevbigere.    ‘DIXWAZE SIVÎLAN DERXE'    Rûsya, dixwaze berî ku DYA dest bi pêngava xwe bike, Îdlibê radestî rejîmê bike û ji bo vê jî dixwaze "sivîlan" derxe. Di vê çarçoveyê de wê û Tirkiye li hev kiriye ku deriyên Miznez û Ebû Zandînê bên vekirin. Ji bo vê salek berê li hev kiribûn, lê belê Tirkiye hîn jî partnerên xwe yên li Îdlibê diparêze. Her wiha yek ji partnerên Tirkiyeyê Heyet El Tahrîr El Şam ku berdewamiya El Qaîdeyê ye, dizane gava "sivîl" bên derxistin ê hedef bên girtin. Ji ber ku peyman bi derengî ketiye, di demên dawî de Rûsya jî li deverên nêzî sînorê Tirkiyeyê û li herêma Mertala Firatê hem ji erdê hem jî ji hewayê ve bera van hêzên navborî dide.    TIRKIYE DIBE ASTENG    Tirkiye, ne li ber çavê raya giştî lê li paş perdeyan radigihîne ku naxwaze sivîl bên. Rûsya û rejîm hay ji vê astengiyê hene. Tirkiye ji bo vekirina deriyan ewilî îşaret bi 13'ê Çileyê, bi dû re bi 22'yê Sibatê û paşê jî bi 25'ê Adarê kiribû. Lê belê hîn jî ji bo vê tu gav neavêtine. Navenda Lihevkirina Alîgiran a Rûsyayê ya li Sûriyeyê, di 24'ê Adarê de daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku derî hatine vekirin, lê belê komên çekdar barîkat danîne û sivîlan asteng dikin.    Wer xuya ye ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê zehmet e û rageşî hene. Tirkiye, dixwaze xwe nêzî DYA'yê bike û bi hêza NATO'yê li van deveran bi temamî bimîne. Tew heger karibe destûrê bistîne, çavê wê li dagirkirina Kobanî, Minbic û Eyn Îsayê ye jî. Lê belê heya niha DYA'yê tu sinyal nedane.    Têkiliyên DYA'yê yên di ser Koalîsyona Navneteweyî re bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re tên danîn jî, wekî peyameke ji bo Rûsya û Tirkiyeyê tên şîrovekirin.    Li gel ev qas qewimînan QSD jî ji aliyekî ve li herêma Hesekê li hemberî DAIŞ'ê operasyonan li dar dixe, li aliyê din jî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Eyn Îsayê li ber xwe dide. Li Sûriyeyê gelek alî diyar dikin ku gava Tirkiye ji herêmê derkeve û welatiyên koçber bûne vegerin ê çareserî pêk bê.    MA / Nazim Daştan