Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?

img
MEREŞ/RIHA/SEMSÛR - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku pergala tenduristiyê di bin kavilan de maye û wiha got: “Çima li her bajarî ji 10 ASM’an 9 jê diherifin?” 
 
Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) li pêşiya konê tenduristiyê yê li navçeya Bazarcix a Mereşê vegirtin, bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tipê daxuyanî da. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya girêdayî KESK’ê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fahrî Demîroglû, Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk û mexdûrên erdhejê jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Daxuyanî ji hêla Şaxa SES’a Sêrtê Ayhan Mete ve hate xwendin. Mete, da zanîn ku ew 14’ê Adarê Cejna Tipê weke hefteyeke têkoşînê dinirxînin û wiha got: “Em ji bo daxwazên xwe li qadan e. Ji ber erdhejê, em êşa xelkê xwe di dilê xwe de hîs dikin. Me starta hefteya têkoşînê li Semsûr, Bazarcix û Hatayê da. Dê di rojên pêş de li pêşiya kargehên xwe daxwazên gel û kedkarên tenduristiyê bînin ziman.” 
 
Bi domdarî Mete ev daxwaz rêz kir: 
 
“* Divê konbajar weke kampên komkirinê neyên dîtin û wisa neyên amadekirin. Konbajarên heyî dê rê li ber nexweşiyên şewbê vekin û karesatên şewatê veke. Divê ev konbajar li gorî standartên navneteweyî bên amadekirin û guh bidin pêşniyarên SES û TTB’ê. 
 
* Divê daşirên li konbajaran ji bo jinan biewle bên çêkirin, nêzî konan bin û pirsgirêka hîjyenê bê çareserkirin. 
 
* Divê li konbajaran tavilê xebatên piştgiriya psîko-sosyal bo zarok û jinan bên destpêkirin. Ji bo jin bikarin tev li jiyana civakî bibin divê tevdîr bên girtin û jin bikarin bi awayekî çalak tev li mekanîzmayên rêveberiyê bibin. 
 
* Hewceye pirsgirêka ava paqij tavilê bê çareserkirin. Xwarin divê baş be. 
 
* Hewceye li dijî şewbê tevdîr bên girtin. Divê ji bo kesên nexweşiyên kronîk hene û astengdaran derfet bên afirandin. Divê heta rewş hinek asayî dibe ji mexdûrên erdhejê heqê tedawî û dermanan neyê girtin. 
 
* Bila mexdûrên erdhejê li mêvanxaneyên cemaweriyê bên bicihkirin û pêvajoya perwerdeyê qut nebe. 
 
* Divê pirsgirêka daşir, serşok û xizmetên tenduristiyê yên li gundan bê çareserkirin. 
 
* Divê di dema rakirina kavilan de kavil bên reşandin da ku ew toz bandoreke neyînî li ser tenduristiya gel neke. Her wiha divê ji bo xebatkaran tevdîr bên girtin, kavil li cihên dûr bên valakirin. 
 
* Erdhejê herî zêde bandor li Hatay, Semsûr û Mereşê kir. Divê bêyî ku şertekî deynin pêşiya wan, hemû peywirdarên cemaweriyê yên li herêmên erdhejê ku derê bixwazin tayînî wir bên kirin. 
 
* Kedkarên tenduristî û xizmetên civakî yên tayîna xwe naxwazin jî bila 3-6 mehan destûra bipere bi kar bînin.” 
 
RIHA 
 
Odeya Bijîşkan û Şaxa SES’ê ya Rihayê jî li pêşiya Odeya Bijîşkan daxuyanî dan. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de rapora nirxandina erdhejê ji hêla serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bulut Ezer ve hate xwendin. Ezer, da zanîn ku di erdhejê de xesareke mezin gihişt Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê lê dîsa jî hêjta vekirî ye û xebatkarên tenduristiyê tên xebitandin. Ezer, got ku heman rewş li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî heye. 
 
‘PERGALA TENDURISTIYÊ DI BIN KAVILAN DE MA’ 
 
Şebnem Korur Fîncanci jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em bi odeyên bijîşkan ên Xarpet, Amed û Rihayê re hatin ba hev. Dê sibe jî li Semsûrê bin. Bi erdhejê re pergala tenduristiyê di bin kavilan de ma. Jixwe di qada tenduristiyê de pirsgirêkên mezin hebû û rewş hêj girantir bû. Me ewqas mirov ji ber pergala tenduristiyê ya heyî winda kirin. Çima li her bajarî ji her 10 ASM’an 9 jê hildiweşin? Ji ber ku bi xwemalîkirinê re em mehkûmî bin derenceyan û qatên ketina apartmanan kirin. Me gotibû ku li cihên wiha xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Nexweşxaneyên bajar ên ku ewqas pesna wan didan, an hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Pergala tenduristiyê di bin kavilan de ma. Em ê bi piştevanî û têkoşînê bi hev re ji bin van kavilan derkevin.” 
 
SEMSÛR
 
SES û Yekitiya Bijîşkên Tirk li Konbajarê Narlikayeyê daxuyanî da. Şaxên SES’ê yên Denîzlî, Bursa, Mûş, Qers û Semsûrê jî tev li daxuyaniyê bûn. Endama SES’ê Bîrturk Ozkavak di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em ê li şûna pergala tenduristiyê ya di bin kavilan de mayî, pergaleke nû ava bikin. Nexweşxaneyên hilweşiyayîn, yên xesareke mezin gihiştiyê, jeneratorên bi saetan neketin dewrê. Nexweşên girêdayî cîhazê hilmijînê yên jiyana xwe ji dest dayîn. Tevahiya nexweşxaneyên taybet êdî nema dikarin bên bikaranîn.”