‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’

img
ÎZMÎR - HDP’ê xwest ku ji bo şert û mercên jiyaneke însanî, kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê têkildarî hevdîtinên kêmtirîn nûçeyê di ketina Sîteya Pîşesaziyê ya Ata ya Çîgliyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar TL” hat vekirin û dirûşmên “Budçeya ne ji bo şer lê bo kedkaran” û “Jiyana wekhev, azad û mirovane” hatin berzkirin. 
 
Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Hacay Yilmaz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di serdemeke ku di dîrokê de birçîtî û xizantî tu carî ewqas nehatiye dîtin de hevdîtinên kêmtirîn nûçeyê tên kirin. Budçeya ji gel tê veşartin, weke lêçûnên şert, rant û qesrê tên bikaranîn. Di vê budçeyê de jin, karker, kedkar, ciwan, perwerde û tenduristî tune ye. Dê hevdîtinên îro yên di Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê de li ser qedera karkeran biaxivin. Lê ew komîsyon, komîsyona karmendan e. Di serî de em kêmtirîn mûçeyê red dikin û daxwaza jiyaneke wekhev, azad û mirovî dikin. Di demekê ku her tişt ewqas bihabûyî de em dixwazin ku kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL.” 
 
DAXWAZÊN XWE RAGIHANDIN 
 
Yilmaz, daxwazên HDP’ê yên ji bo kêmtirîn mûçeyê wiha rêz kir: 
 
“* Bila heqdestê wekhev û hevbiha bê dayîn. 
 
* Em daxwaza heqdestekî li gorî rûmeta mirovan dikin. 
 
* Bila Peymana Hejmar 190 a ILO’yê bê îmzekirin û bikeve meriyetê. 
 
* Bila ji bo jinan şert û mercên bitemînat bên avakirin. 
 
* Bila xebata li malê tê kirin adilane û bitemînat be. 
 
* Bila nûnertiya karkeran a di komîsyona kêmtirîn mûçeyê de bê zêdekirin. 
 
* Bila xizmetên bingehîn ên cemaweriyê bêpere bin. 
 
* Bila pêdiviyên bingehîn ên weke ceyran, av û gaza xwezayî heta astekê bêpere bin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî HDP’iyan li hundirê sîteya pîşesaziyê belavokên derheqê kêmtirîn mûçeyê de belav kirin.