Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir

img
EDENE - Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mitînga ku bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” dê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê were lidarxistin banga tevlibûnê kir. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Edeneyê, beriya mîtînga ku dê di 17’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” li Enqereyê were lidarxistin, li Şaxa Sendîkayên Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniya pankarta “Ji bo budçeya ji aliyê gel û kedê bibe di 17’ê kanûnê de em li Enqereyê ne” lê hate vekirin de metnê çapemeniyê Sekretera Giştî ya KESK’ê Şenol Koksal xwend. 
 
‘MUÇE HELIYAN’
 
Koksal, bi lêv kir ku weke aborî di rojên zor de derbas dibin û da zanîn ku li dijî enflasyona zêde mûçeyên wan weke findê dihelin. Koksal di berdewama axaftina xwe de welatî wiha hişyar kirin: “Em ji vir hemû beşên ku bi keda xwe dijîn, welatiyên xwe hişyar dikin. Em bang li we dikin ku vê lîstika ku heta niha bi dehan û bi sedan caran tê lîstin xera bikin. Heta roja îro, kengî tiştekî bi kevçiyekî didin me, bi heskûyan paş ve digirin. Herî dawî di meha tîrmehê de neçar man mûçeyê kêmtirîn zêde bikin, ku wan di destpêka salê de gotibûn 'me zêdebûneke dîrokî kir'. Tevî vê yekê mûçeya kêmtirîn hêj du meh jî derbas nebûn di bin sînorê birçîbûnê de ma. Hejmara nanê bi mûçeya kêmtirîn dihat kirin berî ku bibe salet 312, dolar jî 90 dolar hat kêmkirin. Ne tenê mûçeya kêmtirîn hemû mûçe bil ez heliyan.”
 
JI BO MITÎNGÊ BANG KIR
 
Koksal, ji bo mitînga ku dê di 17’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê dixwazin” were lidarxistin banga tevlibûnê kir û daxwazên xwe rêz kirin.