Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist

img
ENQERE – Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê ji sedî 10,5’an daxist ji sedî 9’ê. 
 
Banqeya Navendê biryara xwe ya faîzê eşkere kir. Banqeyê polîtîkaya xwe ya faîzê 150 pûan daxist û ji sedî 10,5’an daxist ji sedî 9’ê. Hêjayî gotinê ye ku li tevahiya banqeyên navendî yên cîhanê polîtîkaya bilindkirina faîz di meriyetê de ye lê hikûmeta AKP’ê berevajî vê dike. Lewma jî rexneyên cidî lê tên kirin.