Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne

img
RIHA - Cotkarên ku li navçeya Pirsûsê pembû danîne, diyar kirin ku pembûyê wan bi 11-12 lîreyî jî naçe û gotin: "Ger wiha bidome em ê dest ji cotkariyê berdin." 
 
Li Rihayê cotkarên ku îsal pembû danîne, ji ber ku pembûyê wan bi fiyetekî li gorî dilê wan nayê firotin, zehmetiyê dikişînin. Yekîtiya Kooperatîfên Firotinê ya Pembû, Fisteq û Tovên Birûn a Çûkûrovayê (ÇÛKOBÎRLÎK), îsal fiyetê pembû 21 lîre diyar kiribû. Lê belê, cotkar nikarin bi 13 lîreyan jî bifiroşin. Her wiha cotkaran diyar kir ku ji ber bargiraniya mesrefan xisirîne.
 
BIHABÛNÊ PIŞTA WAN ŞIKANDIYE 
 
Ji cotkarên Pirsûsê Mehmet Yucel ku pembû daniye, da zanîn ku îsal 200 donim pembû daniye û got ku lê maliyet pir zêde bûye. Yucel anî ziman ku par gubre 4 hezar û 200 lîre bûye, lê îsal fiyetê wî 18 hezar lîre bûye; mazot par 6 hezar û 500 lîre bûye, îsal 30 hezar lîre û ava ku Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) dide par 250 lîre bûye, îsal bûye 750 lîre. Her wiha Yucel da zanîn ku dermanên bi kar tînin jî îsal 3 qat bihatir bûye û ev tişt gotin: "Em ji bo destekê şolikê datînin. Me ew av neda, lê dîsa jî DSÎ'yê heqê wê ji me stend. Par fiyetê bîçerê 230 lîre bû, îsal bi 800 lîreyî çinî. Maliyet 3 qat zêde bûne, lê em pembû di biniya fiyetê hatiye diyarkirin de difiroşin."
 
DÊ TRAKTORA XWE BIFIROŞE 
 
Yucel destnîşan kir ku berdariya pembû îsal baş bûye, lê fiyet pir erzan bûye. Yucel da zanîn ku ger bi 18 lîreyan an jî di ser 18 lîreyan re bê firotin dê karibin xisara xwe safî bikin û wiha got: "Min wesayîta xwe firot, ez ê traktora xwe jî bifiroşim. Ancax bi vî awayî karibim deynên xwe safî bikim." 
 
Yucel bilêv kir ku niha hemû cotkar mexdûr in û got ku ger wisa bidome dê dest ji cotkariyê berdin.
 
HEQÊ AVÊ SÊ QAT BIHA BÛYE 
 
Talat Demîrbîleklî jî ku 6 sal in cotkariyê dike, bal kişand ser bargiraniya mesrefan. Demîrbîleklî got: "Ez vî Erdî gişî rakim jî dê têra mesrefên min neke." Demîrbîleklî destnîşan kir ku ya ku herî zêde barê wan giran dike heqê gubre û avê ye û wiha domand: "Serê donimê heqê avê ji 250 lîreyî bû 750 lîre. Gubre par bi 4 hezaran bû, îsal me bi 15 hezaran stend. Ger mesref wiha bin em ê dest ji cotkariyê berdin." 
 
Demîrbîleklî da zanîn ku par îsot bi lîreyekê, pembû jî bi 12 lîreyan hatiye firotin û got: "Îsal li Pirsûsê ji ber pembû îsot nehat çandin. Lê kîloya îsotê bû 15 lîre û pembû jî bû 14 lîre. Lewma divê piştgiriya me bê kirin. Divê di warê heqê avê de alîkariya me bê kirin. Divê piştgiriya prîmê ya pembû bê zêdekirin." 
 
MA / Mujdat Can