Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê

img
ENQERE - Wezîrê Xizîne û Darayî Nûreddîn Nebatî li Komîsyona Plan û Bûdçeya Meclisê hat protestokirin. Parlamenteran di ketina Nebatî ya komîsyonê de dovîza “Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê” vekirin. 
  
Li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê hevdîtinên bûdçeya Wezareta Xizîne û Darayî tên kirin. Wezîr Nûreddîn Nebatî dema ku ji bo pêşkeşkirinê ketî komîsyonê, ji hêla parlamenteran ve hat protestokirin. 
 
Parlamenteran dema ketina Nebatî de dovîzên “Nebatî di 28’ê kanûnê de dibêje, ‘Enflasyon dê di çileya 2022’yan de derkeve lûtkeyê û piştre jî bikeve.’ Di 3’yê sibatê de dibêje; ‘Enflasyon dê di nîsanê de derkeve lûtkeyê û piştre bikeve.’ Di 4’ê mijdarê de dibêje, ‘Enflasyon dê ji meha kanûnê ve bikeve’” û  “Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê” vekirin.