Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin

img
AMED- Egîtîm-Sen a Şaxa Amedê, bal kişand ser Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ku dê Dadgeha Qanûna Bingehîn sibê ji bo wê li hev kom bibe û xwest ev qanûn bê betalkirin. 
 
Egîtîm-Sen a Hejmara 1 a Şaxa Amedê têkildarî betalkirina Qanûa Pîşeyî ya Mamostetiyê ku dê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) sibê ji bo wê li hev kom bibe, daxuyanî da. Beriya axaftinê Hevserokê Egîtîm-Sen a Hejmara 1 a Şaxa Amedê Zulkuf Guneş axivî. Guneş di axaftina xwe de bibîr xist ku dê Dadgeha Destûra Bingehîn sibê ji bo serlêdana wan a ji bo betalkirina Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê kom bibe û xwest ev qanûn bê betalkirin. 
 
Pişt re jî Sekretera Egîtîm-Sen a Hejmara 1 a Şaxa Amedê Medîne Meteyê metna daxuyaniyê xwend. Meteyê wiha got: “Zagona Pîşeyî ya Mamostetiyê di 14'ê Sibata 2022'yan de bi hejmara 7354'an di rojnameya fermî de hat weşandin. Ev zagon ji her alî de rastî gelek bertekan hat. Ev zagona ji rastî û pêdiviyên mamosteyan gelek dûr di serî de ji alî partiya muxalefetê ya yekemin ve ber bi AYM'yê ve hat birêkirin. AYM'yê jî ew ji bo ku ji esasî de binirxîne pejirand. Komeleya me jî ji bo xalê wê yên derzagonî li Danîştayê doz vekir. Lê wezareta perwerdeyê qet li vê pêvajoyê guhdar nake û kiryarên xwe didomîne. Ev rewş nayö famkirin.”
 
Meteyê di berdewana axaftina xwe de wîha got: “AYM dê di 9 ê Mijdara 2022'yan de vê dozê binirxîne. Em li bendê ne ku dengê mamosteyan bê bihîstin û AYM vê zagonê betal bike.”
 
Meteyê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Em Egîtîm-Sen, em ji bo bidestxistina mafên mamosteyan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo heman karî divê heman heqdest hebe û li gel vê divê hemû pirsgirêkên mamosteyan ên aborî, civakî û hwd. bên çareserkirin. Ne ku ev pirsgirêk bêne zêdekirin. Bi vê zagonê ev pirsgirêk zêdetir dibin. Ev zagon dibe sedem ku mamoste ji hev dûr bikevin û newekhevî zêde bibin. Em qariyer û apoletan naxwazin. Em wekhevî û edaletê dixwazin. Em li benda AYM'yê ne ku vê zagonê betal bike û pê re Wezareta Perwedeyê jî ji vê xeletiyê vegere.”