Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû

img
ENQERE - Grama zêrê di nava hefteyekê de bihayê xwe ji sedî 2,27 zêde kiriye bi nêzî hezar lîreyî tê firotin. 
 
Grama zêr bi zêdekirina bihayê xwe dest bi hefteyê kir. Hefteya borî bihayê grameke zêrê 977 lîre bû lê di destpêka hefteyê de bihayê xwe ji sedî 2,27 zêde kir û bû 998 lire. Di heman kêliyan de bihayê zêra çaryêk ji 1.634 lîreyan, bihayê zêrê tam jî ji 6.515 lîreyan tê firotin.
 
Roja înê ji ber zêdebûna bihayê zêrê ons, bihayê zêrê gram jî ji sedî 2,9 biha bû û di dawiya rojê de ji 1.003,8 lîreya hate firotin. 
 
Analîst anîn ziman ku piştî rayedarên Bankaya Navendî ya ABD’yê (FED) roja înê ji bo civîna berfanbarê qala zêdekirina 50 puanên baz kirin, bihayê zêra ons jî li gel vê agahiyê zêde bû.