Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin

ŞIRNEX - Li Cizîrê dikanên necariyê ku bi salane kar dikin ji ber polîtîkayên hikûmetê ya aboriyê yek bi yek kargehên xwe digirin. Necarên ku amûrên xwe difiroşin û kargehên xwe digirin gotin: "Derûniya me xera bû. Em êdî miriyên ser pêya ne.” 
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe kur dibe. Hikûmeta heyî ya ku ji bilî şer ji bo tiştekî din bûdçeyê venaqetîne, gel dixe nava rewşek xizaniyê. Bacên ku ji gel tên komkirin jî ji bo “ewlekariyê” tên xerckirin. Hikûmeta heyî weke çareseriyê jî ji bilî zeman tişteke din nake. Li navçeya Cizîra Şirnexê êdî dikanên necariyê nikarin kar bikin. Necarên ku bi salane vî karî dikin êdî yek bi yek kargehên xwe digirin. Li kolana necaran heta niha 5 dikan hatine girtin. Dikanên necariyê yên mane jî tiştên xwe dane ber firotinê û li bendê ne ku kesek were bikire û dikanên xwe bigirin. Dikandaran bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dan û gotin divê hikûmet ne ji şer re ji gel re budçeyê veqetîne. 
 
 
'DIKANA XWE DAYE BER FIROTINÊ’ 
 
Abdurrahman Bayram anî ziman ku ew nikare kireyê kargehên xwe bide û wiha axivî: "Ev 30 sal in ez vî karî dikim. Karê me nemaye û me hemû sekiniye. Me beriya niha medefe 200 lîreyan dikirî,lê em niha 950'î lîreyane. Muşteriyek tê dibêje ku ji me re dolavekî çêbike. Dema ku em fiyetê dibêjin, pişta xwe dide me û diçe. Wisa bûye ku em êdî nikarin heqê nanê xwe bidin. Ez êz makîneyên xwe bifiroşim û dest ji vî karî berdim. Ev 4 meh in min heqê kirêya dikana xwe nedaye. Nihal i mala min ne şekir û ne jî nan heye. Ez ê çawa bikim? Heke krîza aboriyê tune be, çawa kîloya şekir ji 5 lîreyan derdikeve 20 lîreyan? Tenekeyê rûn yê 5 kîlo ku bi 20 lîreyan bû, çawa bû 150 lîre. Ma ev ne krîza aborî ye? 3 sal beriya niha jî min 2 kiriyê kargeha xwe berê dida. Lê îro ev 4 meh in min hê kirê nedaye. Li Cizîrê kar tune ye. Sektora înşaetê yek carê tune kirin. Tu kes êdî înşaetan çênake. Heger înşaet nebe karê me jî tune ye. Kesek nikare tiştekî bikire. Beriya niha me nivîn bi 7 hezaran çêdikir, niha em bi 30 hezaran kêmtir nikarin çêbikin. Divê rayedar vê pirsgirêke çareser bikin. Bila dev ji vê piyaseya berbat berdin.” 
 
'EM BÛNE WEK MIRIYAN’ 
 
Ji esnafan Nîmet Akalin bi lêv kir ku hikûmet girîngiya ku dide şer nade gel û wiha bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmetê yên têkidlarî krîza aboriyê da: "Ez bi salane vî karî dikim. Tu serdeman bi qasî vê serdemê me zehmetî neditiye. Beriya niha me qatek mdf bi 220 lîreyan dikirî. Niha em 950 lîreyan dikirin. Beriya niha me bi ewraqan, yan jî bi çekê dikarî bikirin. Lê niha bi çek nikarin bidin me. Wê demê em dikaribûn bi deyn bixebitin lê niha em nikarin bixebitin. Niha pereyê pêşîn nebe em nikarin kar bikin. Ji ber wê em di tengaviyê de ne. Par me vê çaxê menteşe 2 lîreyan dikirî. Niha hebûya wan bûye 4 lîre. Em sîparîş digirin û dest bi kar dikin lê dinêrin amûr biha dibe û ji neçariya xwe çênakin û dest jê berdidin. Em kar bikin û nekin em di zirarê de ne. Me ewqas hikûmet dîtin lê hikûmetek weke vê nedît. Tu deman em ewqasî neketin tengasiyê. Em heta êvaran li vir rûniştin e. Carna 35-40 lîreyan fiyetê amûran biha dibe. Em niha bûne wek miriyên li ser pêyan. Em beriya wê di goristanê de bûn, niha em mirî ne. 4 zarokên min hene ez nikarim xwedî bikim. Hikûmetê milê xwe daye şer. Tenê dide şer. Hilberînê nake. Hemû pereyan dide çek, şer û leşkeriyê."
 
'DERÛNIYA ME XERA BÛYE' 
 
Ji karkeran Kenan Urundu diyar kir ku ew şerm bikin êdî biçin malên xwe û wiha got: "Yê ku ev nêzî 20 sal in mobîlyafiroşiyê dikin anî ziman ku wan tu salan bi qasî van salan zehmetî nekişandiye û wiha axivî:" Ev 20 sal in vî karî dikim. Em êdî nikarin bixebitin. Ev saleke me kar nekiriye. Em nikarin kirêya kargehên xwe jî bidin. Di serê kirêya me de 5 meh derbas bûn, lê hê me kirêya xwe nedaye. Em serê sibehê tên ser kar û êvarê destvala vedigerin malê. Em êdî nikarin nanek bibin mala xwe. Em êdî naxwazin biçin malê. Êdî derûniya me xerab bûye. Sektorên înşaetê hemû niha sekinîne. Heke sektora înşaetê bixebitiya wê karê me jî baş bibûya. Heke rewş wiha biçe em ê neçar bibin ku kargehên xwe bigirin. Her tişt biha bûye. Kesek nikare tiştekî bikire. Her esnaf ketiye bin deynan.” 
 
MA / Zeynep Durgut