HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin

img
STENBOL - Parlementerên HDP’ê yên Stenbolê, serdana xebatkarên BBC’yê ku 6 roj in di grevê de ne kirin. 
 
Rojnamevanên ku bi peymana herêmî di Buroya Stenbolê ya BBC’yê de dixebitin, li ser li hevnekirina Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û karsazan a di hevdîtinên Peymana Komkarî (TÎS) de li pêş Buroya BBC’yê ya li Gumuşsuyu ya Taksîmê dest bi grevê kirin. Greva rojnamevanan di roja 6’an de didome. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Mûsa Pîroglû û Dilşad Canbaz Kaya serdana rojnamevanan kir. Parlementerên HDP’ê pirsgirêkên rojnamevanan guhdar kirin. 
 
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş ê parlementer pêşwazî kirin, hurgiliyên hevdîtinên TÎS’ê yên hatin kirin vegotin. Dûrmûş bi lêv kir ku çalakiya wan a grevê di roja 6’an de ye û anî ziman ku heta mafên xwe bi dest bixin wê berxwedana wan bidome. 
 
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku li cem rojnamevanan e.