Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e

img

DERSIM - Kazim Yilmaz ku piştî 20 salan çû gundê xwe yê li Dersimê û bi zor û zehmetiyên krîza aborî re rû bi rû ma, got: "Ji ber zemên tên kirin em nikarin debara xwe bikin." 

Ji şêniyên gundê Harşiye yê navçeya Pilemûriye ya Dersimê ku di sala 1992'yan de bi hinceta "ewlehiyê" hat valakirin, Kazim Kiliç ê 52 salî, piştî 20 salan vegeriyaye gundê xwe û xaniyê xwe ji nû ve çêkiriye. Yildiz paşê bûye keyayê gund. Lê belê keyatiya wî pir dirêj dewam nekiriye. Di sala 2014'an de bi îxbara îtirafkerekî ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywirê hatiye dûrxistin. Piştî vê Yildiz ji bo debara xwe bike dest bi mêşvanî û sewalvaniyê kiriye. 
 
 
Bavê 3 zarokan Yildiz ku heywanên xwe li zozanên Dersimê xwedî dike, niha ji ber krîza aborî zehmetiyandikişîne. Yildiz, ji ber bihabûna êm, ka û mazotê heywanên xwe difiroşe.   
 
DEBAR
 
Yildiz, ragihand ku kredî kişandiye û pê 150 pez stendine, lê belê niha nikare ji bo wan êm bistîne. Yildiz da zanîn ku ji bo 150 mihên w, pêdiviya wî bi 5 ton ceh heye, lê belê ancax karibûye 2 ton ceh bistîne. Yildiz got: "Tona ceh bûye 5 hezar TL. Em hilberîner zehmetiyê dikişînin. Her tişt ev qas biha bûye. Karê em dikin me xelas nake. Zem gundî tesîreke pir mezin ji bihabûnê digirin. Em k,sê arvan bi 400 lîreyî distînin. Wesayîtek min a kevin heye, bi tûp dişixule. Berê min tûpê wê bi 150 lîreyî dadigirt. Lê niha bûye 350 TL. Em debara xwe tenê bi sewalvaniyê dikin." 
 
TRAKTORA XWE FIROT
 
Yildiz, destnîşan kir ku divê piştgiriya wan bê kirin û got: "Divê piştgiriya hilberîneran bêkirin. Divê ji bo ceh, ka û mazotê piştgirî bê kirin. Cotkar nikare bi 14 lîreyan mazotê bistîne. Bifikirin min ji mecbûrî traktora xwe firot. Em dixisirin. Ji ber ku em nikarin heqê krediyê bidin, em tim taloq dikin." 
 
Yildiz, anî ziman ku kurê wî zanîngeh kuta kiriye, lê ji ber ku kar bi dest wî neketiye niha sewalvaniyê dike û got: "Ji ber ku em qezenc nakin kurê min dibêje ez ê dev ji sewalvaniyê berdim û biçim derveyî welêt. Em nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Em bi kaya tisî heywanan xwedî dikin. Kapasîteya axurê me 500 heywan in, lê tenê 150 heywan tê de ne." 
 
MA / Cengîz Ozbasar