Berteka mêrsîniyan a ji bo bihabûnê: Çareserî têkoşîna hevpar e

img

MÊRSÎN - Mêrsîniyan diyar kirin ku êdî ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin û ji bo çareseriyê îşaret bi têkoşîneke hevpar kirin. 

Welatiyên ku bi krîza aborî û bihabûneke zêde dets bi sala 2022'yan kirin, destnîşan kir ku êdî hew dikarin debara xwe bikin. Sefa Ozdemîr ji bo bihabûnê got: "100 TL bûye 10 TL." 
 
‘TENÊ 400 TL'YÎ DIDIM HEQÊ NAN'
 
Bavê 3 zarokan Mûstafa Oz got: "Jixwe qismek meaşê kêm yanî hezra û 500 TL'Yê wê hê di roja ewil a sala nû de heliya. Em her roj bi zemên nû re rû bi rû dimînin. Sê zarokên min hene û ez mehê 400 lîreyî didim heqê nan. Kirêya xaniyê min hezar û 500 TL ye. Tûpek bûye 250 TL. Îja em ê çi bxiwin çi vexwin, em ê çi li zarokên xwe bikin?" 
 
Oz, destnîşan kir ku tekane xelasî hilbijartina pêşwext e. 
 
‘DIVÊ HER KES BIBE YEK Û DOZA HEQÊ XWE BIKE'
 
Welatiyê bi navê Bîlal Denîz jî diyar kir ku di sala nû de bi zeman re rû bi rû mane û got: "Ev zem pişta me şikandin. Jixwe min nû dev ji akr berdaye. Lê biner hê îro 4 TL hats er cixareya min. Rewş xirab e. Ji ber ku em nikarin deynên xwe bidin em fedîkar dibin. Dibêjin, 'Me maşê kêm ji sedî 50 biha kir.' Temam ji sedî 50 biha bû, lê fiyetê eşyayan ji sedî 500 biha bûn. Kes ji vê rewşê nerazî ye." 
 
Denîz, ji bo çareseriya vê reşê jî got: "Ev îl bi kesekî nqede. Divê her kes bibe yek û doza heqê xwe bike."
 
İener KAramanö teqawıdbüyi ji bal kışand ser meaşê kesên teqawidbûyî û got: "Heya tu bibêjî krîzek mezin heye. Ez kesekî teqawidbûyî me û niakrim debara xwe bikim." 
 
Sefa Ozdemîr ku li ser tableyê fêkiyan difiroşe, destnîşan kir ku krîza aborî jiyana civakî jî di nav de bandor li hemû qadên jiyanê kiriye. Ozdemîr got: "Ceryan biha, av biha, otobês biha..." Songul Kûş jî destnîşan kir ku fiyetê eşyayekê di nav saetekê de biha dibe û got: "Min duh hêk kirîn, lê îro min lê mêze kir tew biha bûne. Ger wisa bidome, ez nizanim dê dawiya me çawa be." 
 
'XWEDIYÊ XANÎ GOT DERKEVE'
 
Servet Bîlgîç ku li Mêrsînê muzîkjeniyê dike got: "Bi rastî jî ez nikarim di ber tu tiştî re jî bigihêm. Ez heqê kirê didim, fatûreya ceryanê tê. Ez wê didim, heqê serwîsa zarok tê. Êdî ez nizanim ez ê çi bikim. Îro xwediyê xênî telefon kir got, 'ger tu kirê nedî derkeve.' Welehî herî dawî dê Mêrsînî xwe ji ser vê avahiya 2 qatî bavêjin." 
 
MA / Selman Guzelyuz - Cemîl Ûgûr