Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne

img
ENQERE - Esnaf, xwendekar û betalan, destnîşan kir ku demildest divê ev îqtidar bê guhertin û gotin: "Quşxane dê hikûmetê hilweşîne." 
 
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên aboriyê, dolar xwe gihand 9.30 TL'yî. Ji ber vê prisgirêkên welatiyan zêdetir û girantir dibin. Têkiladî vê me li semta Ûlûs a Enqereyê guh da dengê kuçeyê. 
 
‘TU QÎMETEKE TL NEMAYE'
 
Farûk Ozdemîr ku li bazareke Ûlûsê 25 sal in masîvaniyê dike, anî ziman ku êdî esnaf nikarin tiştekî bikirin û berên xwe bi zirarê difiroşin. Ozdemîr got: "Ez qaseya hemsiyan bi 350 TL'yî dikirim, lê rabim bi 25 TL'yan bifiroşim, dê bi 290 TL'yî biçe. Em esnaf perîşan bûne. Mirov nikarin tiştekî bikirin, tenê li degehan mêze dikin û diçin." 
 
Ozdemîr, bilêv kir ku TL li ber dowîzan pir bêqîmet bûye û ev yek kiriye ku esnaf dikanên xwe bigirin. Ozdemîr, wisa difikire ku dê ev yek bandorê li hilbijartinê bike û anketên ku îqtidar wan diderewîne rast in û got: "Dê ev îqtidar di hilbijartina bê de biçe." 
 
'ÇARESERÎ ZELAL E'
 
Harûn Haymanayê li heman bazarê fêkî û zbeze difiroşe, diyar kir ku bazara lê dixebitin vala ye û got: "Welatî newêrin tiştekî bistînin. ABoriya welêt niha ji ya dema 12'Ê Îlonê xirabtir bûye. Mirov, berî ku rakevin dibêjin 'gelo dê sibê çi biha bibe?'" Haymana, her kes difikire ku dê ev mesele çawa bê çareserkirin, lê dike nake çareyê nabîne û got: "Lê çareserî pir zelal e, dê ev îqtidar biçe." 
 
Xwendekara zanîngehê Selmanûr Gundogdû jî got: "Em nifşê Z'yê bi rastî jî pir bêzar bûne. Di hilbijartinê de, AKP ne tê de, dibe ku em raya xwe bidin partiyên din." 
 
‘MEHÊ CAREKÊ JÎ NIKARIM JI ZAROKÊN XWE RE GOŞT BIKIRIM'
 
Mûstafa Altin jî bilêv kir ku betal e, bi mehan e li kar digere lê kar bi dest wî nakeve û got: "Ên dibêjin rewşa aboriya welêt baş e, an hemû ji kaniya îqtidarê vedixwin an jî kesên li derveyî welêt in. Mirov nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin."
 
Altin, destnîşan kir ku di rewşeke wisa de ye ku nikare mehê carekê jî goşt ji zarokên xwe re bikire û got: "Gotinek heye, dibêje 'quşxane dê hikûmetê birûxîne.' Heger ev îqtidar di vê hilbijartinê de jî neçe, em ê hew bên ser hemdê xwe." 
 
CIWAN BÊHÊVÎ NE
 
Gelek xwendekarên ku axivîn, lê nexwestin navên wan bên aşkerekirin jî destnîşan kirin ku êdî ji ber rewşa aborî nikarin tiştekî bikin û gotin: "Gava mirov li halê ciwanan binêre, dê bibîne ku bê aborî di çi halî de ye." Xwendekaran anîn ziman ku ev mesele ji ber îqtidarê ye, lewma demildest divê ev qîtidar biçe. Xwendekaran got: "Gava Erdogan hat ez zarok bûm. Niha 18 salî me, hê jî Erdogan heye. Em nifşa Z'yê tenê dixwazin biçin derveyî welêt. Li welêt, rêvebiriyeke despot heye. Çend roj berê, çend xwendekarên lîseyê sirf ji ber ku bizarê Erdogan kirin hatin sûcdarkirin. Dê nifşa Z'yê di hilbijartina 2023'yan de raya xwe nede Erdogan." 
 
HEQÊ WARGEHÊN XWENDEKARAN
 
Xwendekaran destnîşan kir ku êdî nikarin ji bin heqê rê, wargeh û xwainê rabin. Xwendekaran, diyar kir ku heqê wargehan biha bûye û lewma niha tenê dixwazin hînî zimanê biyanî bibin û biçin derveyî welêt. Xwendekaran got: "Hindik mane heqê hewayê jî ji me bistînin. Wer xuya ye dê aborî piştî hilbijartinê jî zûzûka baş nebe, lê heye ev îqtidar hebe dê qet baş nebe. Êdî tu hêviya me nemaye."