Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin

img
ENQERE - Di budçeya Wezareta Tenduristiyê ya sala 2022'an de rexmî pandemiyê jî ji bo xizmetên parêzker ên tenduristiyê 38 milyar û 728 milyon û 635 hezar TL hatiye veqetandin. Lê ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar ku veguherîne ranta înşaatan 21 milyar û 564 milyon û 904 hezar TL hatiye veqetandin.  
 
Di hevdîtinên "Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022'an" ku li Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê destpêkirin de ji bo Wezareta Tenduristiyê 116 milyar û 37 milyon û 461 hezar TL par hatiye veqetandin û ji bo sala 2023'an jî 122 milyar û 483 milyon û 706 hezar TL hatiye pêşbînîkirin. 
 
TENDURISTIYA PARÊZGER DÎSA DI RÊZA DUYEMÎN DE YE
 
Balkêş e di budçeya ku ji bo Wezareta Tenduristiyê hatiye veqetandin de pandemî li ber çavan nehatiye girtin. Mîna sala borî para herî zêde bi 74 milyar û 524 milyon û 54 hezar TL'yî dîsa ji tenduristiya tedawîker re hatiye veqetandin. Ji bo xizmeta parêzker a tenduristiyê ku ji destpêka pandemiyê ve pisporên tenduristiya gel balê dikişînin ser jî 38 milyar û 728 milyon û 635 hezar TL hatiye veqetandin. Di sala 2023'an de jî ji bo vê beşê 34 milyar û 977 milyon û 182 hezar TL hatiye pêşbînîkirin. 
 
LÊÇÛNÊN XEBATKARÊN DEMKÎ DE HATIYE ZÊDEKIRIN
 
Di budçeyê de ji bo lêçûnên xebatkarên wezaretê 30 milyar û 725 milyon û 674 hezar TL hatiye veqetandin. Li gorî sala 2021'an zêdebûna herî zêde di lêçûnên xebatkaran demkî de hatiye kirin. Di sala 2021'an de ji bo lêçûnên xebatkarên demkî 6 milyon û 321 hezar TL hatibû veqetandin. Ji bo sala 2022'an ev rêje derketiye 257 milyon û 404 hezar TL’yî. 
 
JI BO NEXWEŞXANEYÊN BAJAR 21 MILYAR HATIYE VEQETANDIN
 
Para ku ji bo nexweşxaneyên bajar hatiye veqetandin li gorî sala borî dîsa zêde bûye. Di sala 2022'an de ji bo nexweşxaneyên bajar 21 milyar û 564 milyon û 904 hezar TL hatiye veqetandin.