Windakirina nirxê TL didome

img
ENQERE - Dolar derket 9.37 TL’yî û li dijî pereyê tirk gihîşt asta herî bilind. 
 
Dolar derket 9.37 TL’yî û di dîroka xwe de gihîşt asta herî bilind. Eûro jî derket 10.87 TL’yî. Bi bandora dolar bihayên zêr jî zêde dibin. Xrama zêr ku heta beriya çend rojan jî 505 TL bû derket 533 TL'yan. Zêrê çaryek jî bi 875 lîreyan tê firotin.