Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin

img

MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê di “Hevdîtinên Budçeyê” de axivî, wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêkan, di siyaseta demokratîk re derbas dibe. Aştî encex li ser bingeha siyaseta demokratîk were avakirin û mayînde kirin.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de li otelekê Mêrdînê civînek li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiyê Garo Paylan, Parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz, Pero Dundar û Ridvan Tûran beşdarî civîna hevdîtinê bûn.  
 
Di heman demê de, aborîzan Mûstafa Sonmez, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Necla Kûrûl, Akademîsyena Aştiyê Sevîlay Çelenk û gelek nûnerên rêxistina sivîl beşdarî civînê bûn. Pankarta “Hevdîtinên Budçeyê, Budçeya Aştiyê ne” ya bi 5 zimanî hatibû nivîsan bi salan civînê ve hat kirin. 
 
Mîthat Sancar axaftina vekirinê ya civînê kir. Sancar, diyar kir ku ew ji bo budçeya gel ketine rê û wiha axivî: “Ji bo xizmeta gel em hene. Em ji bo ku vîna hevpar a gelan bi awayekî herî xurt li hemû qadên welat temsîl bikin hene. Di hedefam me de bûdçeya gel heye. Em dixwazin vê yekê ne li ser maseyê, li qadan, zeviyan û kolanan bi gel re ava bikin. Ji ber vê yekê îro em li vê derê ne.”
 
NE BUDÇEYA ŞER, BUDÇEYA AŞTIYÊ 
 
Sancar, anî ziman ku ew li ser budçeya aştiyê diaxivin û wiha bilêv kir: “Bûdçeya ku desthilatdariyê daniye pêşiya me budçeya şere. Di sala 2021’an de, behra ku ji bo şer hat xerc kirin, 240 mîlyon lîreye. Ev jimar berî 6 salan, 50 milyar lîre bû. Gelo çima? Ji ber ku wê demê lêgerînaşatiyê hebû û pêvajoya çareseriyê hebû. Çek bêdeng bibûn, çavkaniyên gel, ji gel re diçûn. Lê ji ber ku deshilatdarî xitimî, dest bi polîtîkayên şer kir. Bi polîtîkayên şer, çavkaniyên welat ji bo Qesir û alîgirên xwe xerc kirin. Gelên Tirkiyeyê jî herî zêde ji vê zirar dîtin û êş kişandin. Ji ber vê li şûna şer em aştiyê biaxivin. Werin em ne budçeya şer, budçeya aştiyê çêbikin. Divê ev bibe armanca me ku em dev jê bernedin.”
 
‘DIVÊ EM POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ ŞER PÊŞ BIXIN’
 
Sancar, dest nîşan kir ku desthilatdarî dijminê Kurdane û wiha bi dawî kir: “Desthilatdariya dijmên Kurdan, hemû qezecên kurdan xistiye hedefa xwe. Ji ber vê divê em bi awayekê herî bi hêz, polîtîkayên li dijî şer pêş bixin. Pêwîste em li dijî qêrînên şer stranên aştiyê biqîrin. Ew dîwarên ku gel li hember tankan ava dikin, bi dengê xwe yê xurt defên şer tepeser dikin girîngin. Ger em vê yekê bidin, wê azadî, edalet û demokrasî bê welat û herêmê. Ev erdnîgarî ne xwînê, avê dixwaze. Ji ber ku baş dizane, xwîn bi xwînê nayê paqij kirin. Ji ber vê, divê em tu carî dest ji aştiyê berdin û armanca me ya sereke be. Ji ber ku em dikarin hemî veguherînan li ser aştiyekê mezin ava bikin. Aşitiyek mezin, veguherînek mezin e. Rêya me vekirî be. Ez bawer dikim ku emê bi ser bikevin.”
 
Civîna bi axaftina beşdarvanên din dewam dike.