Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin

img
ENQERE - Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, diyar kir ku razandinên zêdek ên ji bo xebatkarên tenduristiyê tên dayîn di asta rûmetşikandinê de ne û daxwaza kirin ku razandina ji bo wan ji sedî 150 bê başkirin. 
 
Yekitiya Bijîkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Komeleya Hemşîreyên Tirk (THD), Komeleya Hemû Teknîker û Teknîsyenên Radyolojiyê (TUMRAD-DER) û Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî, bi sernavê "Em ne razandina zêde, razandina heq dixwazin" civîneke çapameniyê ya online li dar xistin. Di civînê de nûnerên rêxistinên mafên axaftinê girtin û gilî û gazinên xwe anîn ziman. Nûneran, destnîşan kirin ku bi îmzekirina Peymana Komkarî (TÎS) ya Serdema 6'emîn kedkarên tenduristiyê ber bi xizaniyê ve defandiye. 
 
Nûnerên rêxistinan, bal kişandin ser binpêkirinên mafên xwe û destnîşan kirin ku mafên wan tên xespkirin, daxwazên wan nayên nirxandin û daxwaz kirin ku dahata wan ji sedî 150 bê başkirin.