Ji DEM Partiyê giştînameya 1’ê Gulanê 2026-04-13 11:15:19 ENQERE - DEM Partiyê di Giştînameya 1’ê Gulanê de li dijî kedxwarî, şer û zextê banga têkoşîna hevpar kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Giştînameya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê weşand. Giştîname bi dirûşma “Ji bo ked, aştî û edaletê ber bi 1’ê Gulanê ve” hate weşandin. Di giştînameyê de hate gotin ku ew 1’ê Gulana îsal bi êrişkariya emperyal, şer, krîza aborî, kedxwarî û bêîstiqrariya siyasî pêşwazî dikin.    Di giştînameyê de krîza aborî, xizanî, hejarî, kedxwarî û pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê hatin rêzkirin û hate gotin ku îktîdar li dijî vê rewşê mafên sendîkayî, xwerêxistinkirin û grevê qedexe dike.    Her wiha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye desptêkirin bi bîr xist û got ku Abdullah Ocalan ji bo ked, wekhevî, edalet, azadiya jinê û têkoşîna ekolojîk nexşerêyê pêşkeş dike. Hat gotin ku bêyî aştiyê ked azad nabe, bêyî demokrasiyê jî wekhevî nabe û li dijî kedxwarî, şer û xizaniyê banga têkoşîna hevpar hate kirin. Her wiha DEM Partî dê xebatên 1’ê Gulanê îro bide destpêkirin.    DEM Partiyê di çarçoveya xebatên 1’ê Gulanê de ev biryar da:    "* Hemû xebat dê bi dirûşma ‘Ji bo ked, aştî û edaletê ber bi 1’ê Gulanê ve’ bên kirin.    * Dê li Amed û Wanê mitîngên navendî bên lidarxistin û. Ji bajarên derdorê dê tevlibûn nebe û her bajar xwe li gorî hêza xwe birêxistin bike.    * Li Tirkiye û Kurdistanê dê bi beşdariya hêzên ked û demokrasiyê xebat bên kirin û hedef mitîngên xurt û bicoş e.    * Tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal dê xebat bên kirin.    * Pankart dê li avahiyên bajar û navçeyan, li cade, rawestgeh û qadan bê daliqandin.    * Li febrîqe, OSB, qadên çandiniyê, atolyeyên tekstîlê, şantiye, maden, sektora turîzmê û li bazaran stand bên danîn, belavok bên belavkirin, bi karkeran hevdîtin bên kirin û bangên meşan bên kirin.    * Ji bo keda jinê û keda nava malê bêhtir bê bînayîkirin dê bi Meclisên Jinan re xebatên hevpar bên meşandin.    * Bi karkerên ciwan, zarokên karker û bêkaran re hevdîtinên taybet bên kirin.     * Dê piştevaniyê bidin berxwedanên karkeran ên herêmî û grevan.     * Dê bi têkoşîna ekolojiyê re têkilî bê danîn û li dijî talankirina xwezayê deng were bilindkirin.    * Platformên medyaya dijîtal û çapemenî dê çalak were bikaranîn.”