Li Rihayê cînayeta kar 2024-04-19 14:55:00   RIHA - Di dema xebatên binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hezaz çêbû û karkerê bi navê Sînan Kubat jiyana xwe ji dest da.    Di dema xebatên kanalîzasyonê yên YÎBO ya Hewagê ya Rihayê de hezaz çêbû. Piştî hezazê komên lêgerîn-rizgarkirinê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di dema xebatan de cenazeyê karkerê bi navê Sînan Kubat (28) hate derxistin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.