Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da 2024-01-18 11:05:32   ÎZMÎR - 2 karkerên li navçeya Bayrakliyê ji bo tabelaya reklamê daliqînin derketina qata 10’an a plazayekê, di encama qetîna zincîra vîncê de ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan.    2 karkerên li navçeya Bayrakliya Îzmîrê ji bo tabelaya reklamê daliqînin derketina qata 10’an a plazayekê, di encama qetîna zincîra vîncê de ketin xwarê. Karkerên bi navê Halîl Gul (34) û Husnu Akan (35) li nexweşxaneya ku birinê tevî hemû mudaxileyan jî nehatin xelaskirin. Cenazeyê Gul û Akan piştî lêkolîna dozger birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).    2 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Têkildarî bûyerê xwediyê vîncê E.P. û operator F.Y. hatin binçavkirin.