Rezervên Bankaya Navendî dihelin 2023-03-16 15:44:09   ENQERE - Rezervên Bankaya Navendî piştî erdhejê bi qasî 9,6 milyar dolar kêm bûn.    Rezervên Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) di hefteya 10’ê adarê de kêm bûn. Bi vê yekê re di rezervên brût ên TCMB’ê piştî erdhejê bi qasî 9.6 milyar dolar kêm bûn. Rezervên brut ên Bankaya Navendî di hefteya 10’ê adarê de ji 120 milyar û 359 milyon dolaran daket 120 milyar û 13 milyon dolaran.    Rezervên dovîzê yên TCMB'ê jî di heman demê de ji 70 milyar û 281 milyon dolaran daket 69 milyar û 696 milyon dolaran. Rezervên dovîzê yên Bankaya Navendî li gorî dawiya salê ji sedî 15.93 kêm bû.    REZERVA NET KÊM BÛ   Beriya erdhejê rezerva net 27.1 milyar dolar bûn lê di vê mehê de daket 18.7 milyar dolaran.