Banka qezenc dikin kedkar winda dikin 2022-09-27 15:21:58 AMED - Şaxa ESM’a Amedê bertek nîşanî îhaleya promosyonê ya Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê ya bi Bankaya Îş’ê re da û wiha got: “Em dixwazin ku di zûtirin demê de îhale bê revîzekirin an jî bi hev re çareseriyekê peyda bikin.”    Sendîkaya Kedkarên Enerjî Pîşesazî û Maden Cemaweriyê (ESM) ya girêdayî Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî îhaleya promasyona bankayê ya ji hêla Midûriyeta Herêma 10’emîn a Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve hatiye kirin, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Bankaya Îş’ê ya li Xaçerêya Metropolê ya Peyas a Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ESM’a Amedê Sefer Tugrul axivî û got: “Banka qezenc dikin, kedkar winda dikin. Bila promosyon bên nûkirin.”    ‘KEDKAR HESABA QURIŞEKÎ DIKIN’   Sefer Tugrul, da zanîn ku bi bilindbûna enflasyonê re hêza kirînê ya karker û kedkaran jî kêm dibe û wiha got: “Beriya hezîrana sala 2021’an, li gelek bajaran ji bo 3-5 salan peymana promosyona bankayan hat mohrkirin. Bi vê yekê re dahateke derdora 3-5 hezar TL’an diket destê kedkaran. Lê belê bi peymana nû ya promosyona bankayê re ev hejmar derket 25-30 hezar TL’an. Bi vebûna ferqa di navbera enflasyon û faîzê re banka pir zêde kar dikin lê belê karker û kedkar ji ber heqdestê xwe ketine nava fikara ‘gelo ez ê vê mehê çawa îdare bikim’ û hesaba qurişan dikin.”    HIŞYARÎ DA BANKAYA ÎŞ   Bi domdarî Tugrul got ku karker û kedkar heqê xwe yê ji karê ku banka li ser mûçeyên wan qezenc dikin dixwazin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku promosyon bên nûkirin. Li vir ez bang li rayedarên Bankaya Îş’ê dikim; hûn nikarin daxwaza rewa û mafdar a hezar û 350 kedkaran jinedîtî ve bên. Divê hûn îhaleya xwe ya promosyonê ya bi Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê re îmze kirî revîze bikin an jî bi hev re çareseriyekê peyda bikin. Bankayên din di vê mijarê de hinek nerm nêz dibin. Em helwesta lihevneker a Bankaya Îş’ê şermezar dikin. Heke ev helwesta we bidome, divê hûn bizanin ku em ê hêza xwe ya ji mezêxeriyê bi kar bînin û qertên krediyê û hesabên lêzêdekirî betal bikin, mûçeyên xwe derbasî bankayên din bikin û bankaya we boykot bikin.”