Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin 2022-06-25 16:00:37   ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fincanci anî ziman ku polîtîkayên neo-liberaliyê hem li qada tenduristiyê hem jî li qada aboriyê têk çûye û divê pergalek nû ya tenduristiyê were avakirin û got: “Em ê her biqîrin û mafê xwe bistînin.”    Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi dirûşma “Ked ya me ye gotin ya me ye, siberojek bi tenduristî di desten me de ye” 74’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Bihilbijartinê li dar dixe û di roja duyemîn de berdewam dike. Kongre li Avahiya Morfolojî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê tê lidarxistin.    Kongreyê di roja duyemîn de bi xwendina raporên serdema 2020-2022’yan dest pê kir.    ‘EV PERGAL TÊK ÇÛYE’    Di navbera nîvor de bi dirûşma “Ked ya me ye gotin ya me ye, tenduristî ya me hemûyan e” li ber cihê avahiyê daxuyanî hat dayîn. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fincanci wiha got: “Em di rojên zehmet de derbas dibin. Jiyankirin zor e, jiyankirina bi mirovî zortir e û ku meriv hekîm be hin bêtir zor e. Ev zehmetiye ji ber xwe ve nîne. Zehmetiyek ku li me tê spartinê ye, ev zehmetî li serê me niximandin e. Polîtîkayên neo-liberaliyê hem li qada tenduristiyê hem jî li qada aboriyê têk çûye û divê pergalek nû ya tenduristiyê were avakirin. Em ê her biqîrin û mafê xwe bistînin.”    Kongre dê bi pêşniyaz û daxwazên namzetiya desteya serdema 2022-2024’an bi dawî bibe.