Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in 2022-06-20 09:01:21   AMED - Şîranîfiroşin Amedê destnîşan kirin ku cara ewil e bi krîzek wiha mezin re rû bi rû mane û gotin, sedema vê krîzê û bihabûnê polîtîkayên şer ên desthilatê ne.    Wekî gelek derdorên civakê şîranîfiroş jî nesîb ji krîza aboriyê girtine. Ji ber bihabûna şekir, arvan, rûn û berên din ên pê şîranî tên çêkirin, şîranîfiroş zehmetiyê dikişînin. Şîranîfiroşin navçeya Rezanê ya Amedê bertek nîşanî vê bihabûnê û krîzê dan û gotin, sedema vê krîzê polîtîkaya şer a dewletê ye.    Selahattin Avûç ku 20 sal in şîranîfiroşiyê dike got: "Torbeyek şekir bûye hezar û 200 TL. Îja em ê çawa bikin? Her roj zem e. Dema yek tê li fiyetan dipirse, hema di cî de bertekê nîşan dide." Avûç diyar kir ku pereyê ku berê pê 10 kîs aravn dikirîn niha bi heman pereyî ancax kîsekî arvan dikirin.    ‘WISA BIDOME DÊ GELEK EKS DIKANÊN XWE BIGIRIN'   Avûç bilêv kir ku sedema vê bihabûn û krîzê polîtîkayên dewletê ye û got: “Mazot, şekir, arvan, hema bêje her tişt biha bûye. Tiştek di dikana min de nemaye. Ji ber bihabûnê ez nikarim tiştekî jî bikirim. Heke dewlet çaresereyekê nebîne wê gelek kes dikanên xwe bigrin. Wê xizan çi bikin? Her roj welatî tên li fiyetê şîraniyê dipirsin, tenê dipirsin. Nikarin bikirin û diçin."   ‘HER ROJ ZEM’   Cihan Bingol ku 20 sal in şîranîfiroşiyê dike destnîşan kir ku heya niha cara ewil e bi krîz û bihabûneke wiha re rû bi rû maye û got: “Berê tiştê ku me bi 10 TL'yan dikirî niha em bi 100 TL'yî dikirin. Berê me salê carekê fiyet biha dikirin, niha em her hefte biha dikin. Ma em çi bikin? Her tişt her roj 2 qat 3 qat biha dibe. Hêk, rûn, şekir, arvan hema bejê her tişt."   Bîngol bilêv kir ku ev desthilatdar nikare krîzê çareser bike û got: "Çi dike ji bo alîgirên xwe dike. Litreya mazotê 4 TL bû niha bûye 30 TL ye. Me rojê 50 kilo şîranî difrot niha em 20 kilo difroşin. Kesen xizan wê  awa kirê bidin û debara xwe bikin?”   ‘EM HEQÊ XWE HELAL NAKIN'   Bîngol di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku sedema vê bihabûn û krîzê polîtikayên şer ên dewletê ne û got: “Desthilatdar li alîgirên xwe dinêre, lê gel miriye nemiriye ne xema wê ye. Çandinî li axa Mezopotamyayê dest pê kiriye, lê niha ew yek veguheriye birçîbûnê. Heke tu çandinî û sewalkariyê biqedînî wê cotkar çi bikin. Mazot, gubre her tişt biha bûye. Em heqê xwe li desthilatdaran helal nakin. Diziyê dikin. Heke dizî nekirana dê ev krîz nebûna. Çareserî di şoreş û yekitiya civakê de ye. Di vê krîzê de jî dijmintiyê bi kurdan re dikin. Niha şer heye, balafirek radibe pere diçe, bombe dike pere diçe, ew pere jî ji berîka gel derdikeve."   ‘SEDEM POLÎTIKAYA ŞER E'   Şiranîfiroş Ahmed Yigit jî diyar kir ku 25 sal in vî karî dike û tu car bihabûnek wekî ya îsal nedîtiye. Yigit got: “Niha her roj zem dibe. Heke wisa berdewam bike dê her saet zem bibe. Di navbera fiyetên îsal û sala par de bi qasî çiyayan ferq heye. Sala par me rojê 20 kîlo şîranî difrot, niha em nikarin 7 kiloyan jî bifroşin. Car caran em û kirîgeran jî bi hev dikevin, ji lew re ji wan tirê em zemê dikin. Ne em, ew zemê dikin lê kirîger bertekê nîşanî me didin."    Yigit di dawiyê de destnîşan kir ku çareya vê krîzê aştî ye û got: “Heke ev desthilatdar biçe wê baştir bibe. Ji bo ew krîz çareser bibe divê aştî bibe. Cihê ku şer lê hebe ne aborî baş dibe ne jî rewşa mirovan baş dibe. Lewma çareserî tenê di aştiye de ye.”   Welatî  Yilmaz Bilmez jî ku hat ji bo malê şîraniyêb ikire got: “Sala par kîlo bi 30 lîreyî bûye, lê niha bûye 60-70 lîre. Êdî em salê an carekê şîraniyê dixwin an na. Sedema vê bihabûnê dewlet e, şer e, Erdogan e. Xwedê ji wan re nehêle."