Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e! 2022-06-16 10:40:40   SEMSÛR - Cotkarên titûnê ku ji ber bihabûnê gelek zehmetî dikişînin û dest bi danîna şitlê titûnê kirin, bal kişandin ser qanûna titûnê û ev pirs kirin: "Titûna ku ji Amerîka û Brezîlyayê tê ne qaçaxa e, çima ya vir qaçax tê hesibandin?"   Di sala 2002'yan de titûn û berhemên ku ji titûnê tên çêkirin hatin xwemalîkirin û kota danîn ser hilberîna titûnê. Ji vê pêvajoyê şûn ve zehmetiya cotkarên titûnê dest pê dike. Herî dawî di sala 2017'an de pêşî li firotina titûna hatiye çandin hat girtin û bi qanûna hejmara 5607'an ji bo firotina titûnê şertê "belgenameya rayeyê" ya ji Wezareta Daristan û Çandiniyê bê girtin danîn pêşiya cotkarên titûnê. Ji bo cotkarên ku vê belgenameyê negirtin firotin û bazirganiya titûnê bi tevahî hat qedexekirin. Her wiha ji bo kesên ku vê belgenameyê bigirin jî ji bo firotina titûnê şertê avakirina kooperatîfê danîn pêşiya cotkaran. Li ser bertekan ev qanûn taloqî sala 2020'an hat kirin. Li ser vê careke din ji bo salekê hat taloqkirin. Di sala 2021'an de dema ku wê biketina meriyetê li Meletî û Semsûrê li dijî qanûnê gelek çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û bi rojan rêyan girtin. Gotina "Ji kapîtalîstên tirşikçî re na" mohra xwe li çalakiyan da. Polisan êrişî cotkaran kirin û gelekan ji wan binçav kirin û girtin. Qanûn di sala 2022'yan de ket meriyetê.  Piştî ku ev qanûn ket meriyetê, gelek esnafên titûnê dikanên xwe girtin û cotkar û esnafên ku li Semsûrê bi titûnê debara xwe dikin roj in zor û zehmet dikişînin.    Malbata Çitrik ku dest danîna titûnê kir, zehmetiyên ku dikişînin vegot.   'TIŞTA EM BERHEV DIKIN DESTÛR NAYÊ DAYÎN KU EM BIFIROŞIN'   Resûl Çitrik, diyar kir ku ji ber bihabûna mazot û gubreyê di danîna titûnê de gelek zehmetî dikişînin û wiha got: "Em ne bi awayekî baş datînin ne jî em ê bi awayekî baş biçînin. Dewlet destûr nade tişta em berhev dikin bifiroşin. Ji welatên din titûnê tîne, ji me re qedexe ye. Titûnê li me qedexe kirine. Ji me re gotin, 'kooperatîfê ava bikin'. Pergala heyî xera kirin û perê titûna ku ji xelkê kom kirin nedan. Titûn jî çû kooperatîf jî. Em labateke ji 7 ferdan pêk tên û tenê bi titûnê debara xwe dikin."   PIŞTÎ KU HAT ÎXRACKIRIN BÛ COTKARÊ TITÛNÊ   Ji ferdên malbatê Erdal Çitrik ku sal in dûr û dirêj mamosteyê kir û di sala 2016'an de bi KHK'ê hat îxrackirin, li gundê Mestan ê navenda Semsûrê dest bi çandina titûnê kir û derbarê jiyana xwe de ev tişt got: "Piştî îxrackirinê gelek hevalên me çûn bajarên mezin û Ewropayê, ez jî hatim gundê xwe û xwest li welatê xwe li nav malbata xwe bimînim. Min biryareke wiha girt û 6 sal in titûnê datînim. Ji berê ve danîna titûnê meşrû nayê dîtin û ji ber vê em timik di bin zextê de ne. Piştî navê "qaçaxbûnê" danîn ser titûnê zext jî zêde bûn. Li nav bajar û derveyî bajar dema ku titûn li ser me bê girtin 100-200 cezayê perê li me tê birîn. Bi derketina qanûnê re karê me zehmettir bû. Jixwe me berê jî bi zor û zehmet qezenc dikir. Krîz jî di ser de hat. Gubre û mazot biha bûye û mesrefa me derketiye du sê qatan."   Herî dawî Çitrik, destnîşan kir ku armanca zextên li ser cotkarên elewiyan tên meşandin valakirina erdnîgariya elewiyan e.   MA / Ceylan Şahînlî